Gulseren Yoleri: Li Tirkiyê pirsgirêkên penaberan ên gelek mezin hene

09:09

JINHA

STENBOL - Endama Komisyona Penaberan a ÎHD'ê Parêzer Guleseren Yoleli aliyê pirsgirêkên penaberan ên makezagonî nirxand û got: "Ji bo ku penaber statoya mafê jiyanê bidest bixin dinava hewildanan denin, carnana jî şertê jiyana wan gelek xirab dibe. Pirsgirêkên penaberên Tirkiyê yên gelek mezin hene.

Stargeh û penaber li Tirkiyê gelek pirstirêkên weke tenduristî, perwrede û xebatê dijîn. Di sala 2013'an de di aliyê xala zagona ji bo biyaniyan hinek guhertin hatibû kirin. Endama Komisyona Penaberan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbol (ÎHD) ê Parêzer Gulseren Yoleri mafê penaberan ê makezagonî nirxand.

'Penaber ne xwediyê mafê parastinê yê zagonîne'

Gulseren pirsgirêkên penaberan li Tirkiyê wiha nirxand: "Li Tirkiyê pirsgirêkên penaberan ên gelek mezin hene. Ew hewildidin mafê jiyanê bidest bixin, lê carnan rastî gelek zoriyên jiyanê tên. Biyaniyên ji gelek deverên Asyayê yên weke Afrika, Pakistan û Hindistanê tên Tirkiyê ne xwediyê mafê ewlehiyê ne."

Gulseren balişand ser rewşa tendiristiya penaberan û wiha domand: "Ne tenê tendusristiya penaberan a welatiyan jî li ber çavan nayê girtin."

(zt)