Banga ji bo tevlîbûna merasîma cenazê welatiyên li Cizîrê hatîn qetilkirin

09:35

JINHA

ŞIRNEX- Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê bang li herkesê kir ku beşdarî merasîma cenazê welatiyên li Cizîrê hatîn qetilkirin bibin.

Meclîsa Gel a Demokratîk ji bo beşdarbûna merasîma cenazê welatiyên di 9 roje êrîşên li Cizîrê de hatin qetilkirin banga tevlîbûnê kir. Hevserokên Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê Asya Yuksek û Mehmet Tunç bi civînek çapemeniyê bang li gel kirin ku bi girseyî beşdarî merasîmê bibin. Mehmet, anî ziman ku li Cizîrê piştî parastina cevherî hate îlan kirin bi êrîşên mezin ser gel de hatin û got: "Gelê Cizîrê li hemberî zordestiyê serê xwe natewînin û bi serhildana bersiv didin. Li Cizîrê merasimek mezin wê were kirin û tevlîbûn dê gelek zêde be. Em bangî gelê derdorê û Cizîrê dikin bi girseyî tevlî merasîmê bibin."

Aysel Yuksel anî ziman ku devlet bi tank û topên xwe êrîşê Cizîrê kirin lê belê Cizîriyan bi îradekî mezin bersiv da û wiha domandÎ "Gelê Cizîrê hemberî tank û topan sekinin û ne heştin têkevin taxên wan, bi tilîliyên jinan û bi berxwedana ciwanan bûn. Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li Cizîr bi rihê serhildanê xwedî li cenazeyan derkevin."

Ji bo merasîmê di saet 09:00'an de li ber avahiya Navçeya DBP'ê bicivin û bi girseyî wê bimeşin Qada Çarkendal. Piştî merasim vere darxistin cenaze werin veşartin.

(ba/zt)