'Ev ne şerê welate, şerê qesrê ye, ji me zarokan nexwazin'
10:01
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Jinên ku temenê zarokê wan gihêştiye biçin leşkeriyê gotin: "Ev ne şerê welate, şerê qesrê ye. Ji ber vê yekê bila ji me hêvî nekin ku em zarokê xwe bikin qurban, em naşînin."
Şer her ku diçe gur dibe û agahiyê mirinan bê navber tê. Jinên ku temenê zarokê wan gihêştiye biçin leşkeriyê bertek nîşanî gotinên AKP'yan a ku "Şer û şehîdan dikin mijarê wêjeyê' dan. Naciye Yildiz (60) diyar kir ku ji ber şerê heyî ew naxweze zarokê xwe bi tu aweyî rêkê leşkeriyê û anî ziman ku heyan aştî neyê welat ew ê zarokê xwe rêneke leşkeriyê. Naciye got: "Dexwazê me her dem aştî bû, lê her em dibêjin aştî bi şer dertên pêşberî me. Êdî bese wek dayîk me zarokên xwe ji bo şer mezin nekir. Xeyalê wan a pêşerojê heye, bi zorê ji wan tê girtin. Dibêjin hemû ciwanên ku temenê wan bu 18 salî divê biçe leşkeriyê. Em êdî naxwazin ne gerîlla ne leşker û ne jî polîs bimirin. Divê hemû dayîk destê hev bigrin û ji vî şerî re bêjin êdî bese. Heya ji destê dayîkan tê bila zarokê xwe ji şer dur bide rawestandin."
'Bila dayîk destê xwe dirêjî hev bikin'
Ayşe Ateş (59) destnîşan kir bi şerê ku desthilatdaran daye despêkirin dixwazin şerê biratiyê pêk bînin wiha bertekê xwe nîşan da: "Êdî bese bila ciwanên me neyên kuştin. Êşê ku bi dayîkan didin jiyandin ma qey mafe?." Ayşe anî ziman ku ji ber biryara bi zorê çûyîna leşkeriyê ew neçar dimînin bişînin û wiha domkir: "Zarokê me di temenê biçûk de diçin mirinê. Bi zorê dibin leşkeriyê û tenê zarokê me ên xizan dimirin. Bila dayîk destê xwe dirêjî hev bikin. Destê hev bigrin û bêjin êdî bese. Dema ku li her derî em rabin û piştgirî bidin hev dê aştî pêk were. Şerek wiha mirov ditirse zarokê xwe bişîne. Em aştiyê dixwazin."
'Bila hikûmeta AKP'ê nebe sedema kuştina zarokê me'
Saîme Ergûllû (39) da zanîn ku heyan şer hebe ew ê zarokê xwe neşîne şer û diyar kir ku divê hemû dayîk bên ba hev û ji vî şerî re bêjin êdî bese. Saîme wiha pêde çû: "Heyan ku me van zarokan mezin kir me çi zehmetî kêşend, piştî mezin bûn vê carê dişînin mirinê. Tenê dayîkê gerîlla dibêjin aştî. Divê dayîkên leşker û polîsan jî ji bo rawestandina vî şerî deng bidin. Pêwîste hemû ji vî şerî re bêjin êdî bese. Bila hikûmeta AKP'ê nebe sedema kuştina zarokê me. Em wek dayîk tenê aştî dixwazin û zarokê me azad bijîn."
'Em naxwazin zarokê xwe bişînin mirinê'
Nala Kaya (68) destnîşan kir ku divê xwîna tê rijandin bê rawestandin ji ber ku êşê mezin dayîk jiyan dike. Nala bi lêvkir ku bi salane gelê Kurd daxwaza xwe ên aştî tînin ziman û got di dema ku em nêzî aştiyê bibûn veguherîna şer hêvî û baweriya wan jî êdî dixe. Nala wiha pêde çû: "Baweriya her kesî hebû ku vê carê pirsgirêk bi aweyek aştiyane çareser bibe û zarokên me di şertên azad de jiyan kiribana. Lê hikûmeta AKP'ê û Serokomar hemû xeyalê me binpêkir. Niha jî dibêjin zarokê xwe bişînin leşkeriyê. Wek dayîk em bi zanabûn naxwazin zarokên xwe rêkin leşkeriyê. Eger pêwîst be em ji bo ku leşker, polîs û gerîlla nemirin emê bedena xwe bikin mertal."
'Ev ne şerê welate şerê qesrê ye'
Salîha Taş (37) diyar kir ku heyan pêvajoya aştiyê destpêneke ew ê zarokê xwe neşîne leşkeriyê. Salîha da zanîn ku du kurê wê hene, lê ji ber gumana şer ew ne wêre kurê xwe ê 18'e salî rêkê leşkeriyê. Salîha wiha got: "Wek dayîk divê em li hember şer bibin yek. Emîne Erdogan û Serokomar her roj dertên televîzyonê û pesna şehîdan didin. Eger ewqas hêjayî metih dayînê ye bila Bîlal bişîne. Em êdî nabêjin bila serê welat sagbê. Bila tu dayîk piştî ku zarokê xwe winda kir vê gotinê nebêje. Ev ne şerê welate, ev şerê qesrê ye. Ji ber vê yekê bila ji me hêvî nekin ku em zarokê xwe bikin qurbanê qesrê emê zarokê xwe neşînin şer."
(rc)