Dewletê di sala 1992'an de keçek wê di 2015'an de keça duyan qetilkir

10:24

JINHA

ŞIRNEX - Cîhanê bedena Cemile Çagirga ya hatî qetilkirin bi xistina bozdolabiyê naskir. Ev êşa weledan a dayîka Cemile ne ya despêkê ye. Dayîka Emine Çagirga di sala 1992'an de ji bo bombeya ku bi mala wan ketî keçek wê hatibû qetilkirin... Emine diyar kir ku bi salane di nava Dayîkên Şemiyê de aqubeta keça xwe dipse û got: "Hîna ez li aqubeta keça xwe dipirsim vêcarê keça min a dinê jî çu."

Qedexeya derketina kolanan a ku bi rojan li Cizîrê berdewam kir hat rakirin. Dema ku qedexeya derketina kolanan hat rakirin hemû kirinên li Cizîrê hatine kirin bi hemû tazîbûna xwe derket berçavan. Qedexeya derketina kolanan di 4'ê Îlonê de despêkir heya 12'ê Îlonê berdewam kir. Di dema qedexeya derketina kolanan de 21 sivîlan jiyana xwe jidest dan. Cemile Çagirga tenê yek ji kesên hatî qetilkirine. Raya giştiya cîhanê Cemile bi bedena wê ya bêcan di bozdolabiyê de naskir. Dayîka Cemile Emine Çagirga tiştên ku jiyan kiriye ji JINHA yê re vegot.

'Min carekê dît Cemile li erdê dirêjkiriye'

Emine guleya ku canê keça wê Cemile girtî da destê xwe û dest bi axaftinê kir: "Roja pêşemê saet di 19.00'an de li ser hoparloyan anons dikirin. Xwendin û nivîsandina min nîne, ez tirkî nizanim. Min ji zarokan pirsî 've çiye, çî dibêjin.' Zarokên min gotin 'Sibê her der girtiye qedexeya dereketina kolanan hatiye dayîn.' Wê şevê saet bû heşt şer despêkir. Ji her derê dengê çekan bilind dibû. Bi tang, top, toma, Tirkiye hemû çekên xwe yên giran anîbûn, gelek çekên ku min navê wan ne hişmartibûn jî hanîbûn. Ev çek çîne, ji bo çî anîne, ev şer ji bo çiye min wate nedidayê. Min mereq dikir çî dibe. Xizmên me li xarê hebûn, ez çum li wan binêrim. Cemile hema li peyî min hat got; 'Dayê qemerevan hatine li xwarê dîmenan digirin.' Min jî got, 'Tamam keça min.' Ji xwe ew kêliya xeberdana min û keça min di qeyîdên qemereyan de jî dixweyê. Paşê ez ji derî derketim. Xizmên me jî li aliyê dinê yê deriyê me bû em mirovin mereq dikîn. Weke hemû mirovan mafê me jî heye, lê mafê me ji destê me digirin. Di wê navberê de dengê çekan hat. Despêkê dengê çekên sivik û paşê jî dengê çekên giran hatin. Bi dengê çekan re ez û du mamên xwe beziyan. Min dît Cemile li erdê dirêjkiriye. Min di derî de keça xwe rakir ber milê xwe û keça min tenê got: 'ayyy dayêêê.' Piştî wê çavên xwe li jiyanê girt. Me paşê girt hindir, ji xwe dest danîbûn ser nexweşxanan me nekarî em bibin nexweşxanê."

'Ji bo ku laşê keça min ne werime min xist bozdolabiyê'

Emine bilêv kir ku wê keça xwe nekarî bibe nexweşxana dibin îşkalê de û wiha berdewam kir: "Ambolans nehat, nexweşxane nebû, bijîşk nebû, Cemile mirîbû. Min nedikarî tiştekê bikim. Min li ser laşê wê bîdonên cemedê didanîn, ji bo xira nebe. Ji bo ku laşê wê ne werime, ji ber dema laşê mirovan werimî êdî diteqe. Me rakir di nava cihî de danî. Li ser laşê wê bîdonên cemedê danî. Ji bo ku laşê wê newerime û neteqe. Wê şevê keça min li gel min raza. Roja dinê pîrên me hatin. Cenaze şiştin. Me nezanî em çî li cenaze bikin. Me biriyar da ku em bixin bozdolabiya xwe. Me parşê xist hindirê bozdolabiyê. Wê rojê heya êvarî di nava bozdolabiyê de ma, paşê saet di 17.00'ê êvarî de bavê wê hat ji bo ku em rakin morga nexwşxanê me amadekarî kir û bir morgê, polîs hatin pêşiya me girtin, cenazê keça min ji me girtin. Despêkê diyar kirin ku dê bibin morga Cizîrê, paşê jî dê bibin morga Şirnexê."

'Di rastiyê de navê wê Cizîra Botane'

Emine destnîşan kir ku Cemile 12 saliye û diçe refa pêncan û wiha dom kir: "Tenê keçek min hebû, dema ku ew hatî qetilkirin, piştî wê dema keçek din a min çêbû ez gelek kêfxweş bûm. Min navê wê kir Cemile. Birayê wê yê mezin li xerîbiyê bû. Çubû komkirina findiqan. Birayê wê li me geriya cinsiyeta zarok pirsî. Ji ber ku li xerîbiyê bû gelek xerîbiya memleketê xwe kiribû. Xwest ez navê wê bikim Cizîra Botan. Me ji bo Cemile Cizre digot."

'Ev ne ya despêkê ye…'

Dayîka Emîne wiha dirêjî da axaftina xwe: "Keça min gelek jî bo, ew gula nava mala min bû. Min ger dem ji bo wê digot; 'Ezê te bikim bijîk yan parêzer.' Ew ji zarokên minên dinê cuda bû. Me hemûyan gelek ji wê hez dikir. Min wê weke bebeka destan û weke gulan mezin dikir. Di sala 1992'an de jî dewletê cardin ocaxa me şewitandibûn. Wê demê top li mala me dan, keça min, xezîr û xesiyên min, jintiya min û keça xwe jî di navê de heft kes mi malbata me hatin qetilkirin. Ji wê rojê û şunde min dest bi tekoşîna xwe kir. Di nava Dayîkên Şemiyê de min li aqubeta kaça xwe dipirsî. Niha jî keça min a dinê qetilkirin."

'Wêdemê em çîne?'

Emîne bilêv kir ku cîhan dinava xweşiyê de dijîn û wiha pêde çu: "Lê Ahmet Davutoglu û Recep Tayyip Erdogan dibêjin şer. Ez bang li hemû welatên cîhanê dikim. Werin me bibînin. Gelo em terorîstin? Yan na? Ahmet Davutoglu diyar dike ku tenê zarokekê jiyana xwe jidest daye yên dinê dinê ne sivîlin wê demê em çîne?"

(zt)