Polîs - leşker êrîş dikin, sloganê "Bijî berxwedana Sûrê" bilind dibe
10:29
JINHA
AMED - Piştî qedexekirina kolana polîsan li Sûrê êrîş dikin û taxan gulebaran dikin. Li gorî agahiyên pêşî ciwanek 16 salî birîndar bû. HDP û DBP bang li gel kir ku li "Sûrê xwedî derkevin."
Navçeya Sûra Amedê piştî qedexekirina kolanan di seride taxên Hasirli û Lalebey hemû taxan dorpeç kirin. Polîs û tîmên taybet bi wesayitên zirxî dixwazin têkevin taxa. Berdestê serê sibê 04.00'an de polîs bi wesayitên zirxî ketin kolanan û anonsa qedexekirina kolana kirin. Piştî anonsê polîsên ketin taxan û gulebaran kirin. Li navçeyê hat dîtin ku li ser avahiyê bilind sekvan hene.
Li hemberî êrîşên polîsan ji gel daketin kolanan dest bi berxwedan kirin. Êrîşên polîsan gel bi deng derxistinê protesto dikin û sloganê "Bijî berxwedana Surê" qîr dikin.Welatiyan pişt berbestê li taxê ewlehiya xwe digirin. Li taxa Hasirliyê polîsan bi wesayîtên zirxî ketin taxê gulebaran kirin ciwanekê 16 salî birînddar bû. Ciwanê birîndar ji aliyê gel ve tê tedawîkirin.
Li navçeyê hemberî komkûjiyê HDP û DBP heyet ava kirin û ber navçeyê derketin rê û bang li hemû gelê Amedê kirin ku biçin navçeya Sûrê.
(ba/zt)