'Polîs ji bo ku êrîş pêk bîne tê Xaçortê'

11:10

Medya Cebe/JINHA

WAN - Di cîhanê de dibe ku gelek zarok fîlîmen şer temaşe bikin, lê zarokên Xaçortê dijîn her roj dibin şahîdê şer û bi travmayê ku jiyan dikin vê rastiyê datînint holê. Taybet Geçkîn diyar kir ku ji ber êrîşê polîsan derûniya zarokan xirab bûye û ewlehiya canê wan nemaye.

Di dema ku hêviya gelê Kurd yê aştiyê bilind bibû, hikûmeta AKP'ê bi girtina biryarê şer diyar dibe ku ji pêvajoyê derbasbûyî ders dernexistiye. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê hikûmeta AKP'ê dema ku encamê dixwast bi dest nexist vê carê bi hemû hêzê xwe êrîşê gelê Kurd dike. Li hember biryarê şer ji her deverê bertek tên nîşandan. Ji vî şerî herî zêde zarok bandor dibin, dîmenên ku di fîlîman de temaşe dikirin niha bi çavan dibînin û jiyan dikin. Zarokên Taxa Xaçort ya Wanê ên ku her tim rastî êrîşê polîsan tên nêrînê xwe anîn ziman. A.O yê 9 salî rûxmî ku temenê wî biçûke gotinên mezin dike û tîne ziman ku ew ji polîsan nefret dike û wiha got: "Polîs her şev tê û gazê îsota davêje taxê. Bi ser malande digrin, em bi vê yekê aciz dibin. Her ku tên bi copê li mezinên me didin. Polîsên tîmên taybet diçin ser baniyan û me digrin hedefê xwe."

'Ez tevî xweşka xwe li ber derî rûniştîbûm polîs av avête me'

A.O mînak ji êrîşê polîsan wiha da: "Ez tevî xweşka xwe li ber derî rûniştîbûm. TOMA li ber mera derbasbû rûxmî ku me tiştek nekiriye jî avê reşand ser me û me tev şilkir. Berî vê jî dema ez tevî pismamê xwe diçûm dikanê ku çîkolata bistînim bi carek ve polîs me dorpêç kirin. Li vir her dem polîs hene me aciz dikin û rihet nahêlin. Ez ji polîsan natirsim eger bitirsim dê êşê gelek bi me bidin kêşandin. Em ê şer bikin eger em tirsiyabana meyê mal firotiba û ji van deran barkiriba. Parastina axê em tercîh dikin. Polîs tevî wesayîtên zirxî tên û ji tirsa ji wesayîtên xwe dernayên. Eger bi ser mede bên emê parastina xwe ê cewherî bikin."

'Polîst ne ji bo parastinê ji bo êrîş bike tê'

A.Ş diyar kir ku polîs her şev tên taxê û bombeyên gazê, ava şit davêjin taxê û ji ber vê yekê ew gelek ditirse û wiha got: "Her şev pêvçûn li vir rû dide, polîs jî tên taxê gule direşînin û bombeyên gazê davêjin. Şev ji ber bombeyê gazê kuxika min tê û ez nexweş dikevim. Ji ber dengê bombe û şer ez ne wêrim bi tenê rakevim. Bi roj ji tirsan em ne wêrin derên û derve bileyzin. Dema em derên û polîs bibînin ji tirsa em dikevin malê. Ew ne ji bo parastinê tên vir. Zerarê didin min, malbat û cîranên me. Bila dawî li vî şerî bê û aştî pêk were. Bila dawî li tirsa me were."

'Dayîka min li ber paceyê bendê dimîne'

Zarokê bi navê S.S jî bi destek nîşanê serkeftinê dike û di destê din de jî dar hildaye û me pêşwazî dike. S.S got her ku polîs tên taxê bombeyên gazê davêjin û wiha domkir: "Dema ku polîs bombeyên gazê davêje zarok direvin. Polîs jî dikevin pay wan û zerare didin zarokan. Her şev tên û gule direşînin. Dema ku polîs gazên îsotan davêje ez gelek ditirsim. Wê şevê cardin gazê îsotan avêtin me çavê me şewitî. Çavê me gelek dêşe. Dayîka min bi şev ranazê û li ber paceyê odeyê me radiweste."

'Ewlekariya canê zarokên me tune ye'

Taybet Geçkîn behsa derûniya zarokan û bûyerên ku li taxê tê jiyan kirin kir û got ku ewlekariya canê zarokê wan tune ye. Taybet diyar kir ku her şev polîs êrîşê taxê dike û wiha got: "Her şev gazên îstotan davêjin taxê. Em bi zorê tehmûl dikin zarok çawan tehmûl bikin? Ji ber ku zarokê me her şev rastî êrîşê gazên îsotan tên nikarin bi şev rakevin û ji ber êşê digrîn. Êdî newêrin derên kolanan û her dem nexweşin. Ez êdî tehmûl nakim ku zarokê xwe wiha bibînim. Ez naxwazim êdî zarokên me zerarê bibînin û bila dawî li mirinan bê. Em her dem daxwaza xwe yê aştiyê tînin ziman lê kes dengê me nabîse. Bi zanabûn tên û bombeyên gazê davêjin malên me."

Taybet da zanîn ku ew ê li beramberî her tiştî daxwazê xwe ên aştiyê bînin ziman.

(rc)