Li 3 taxên Farqînê qedexeya derketina kolanan
11:11
JINHA
AMED - Li Farqînê piştî êrîşa li hemberî polîsan li taxên Konak, Tekel û Mescît biryara qedexeya derketina derve hate îlan kirin. Balkêş e ku polîs anonsa qedexeyê bi wesayitên zirxî û ji mizgeftan kirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê di saetên sibê de polîs êrîşî Taxa Mescîtê kiribû û di êrîşa li hemberî kepçeya zirxî ya polîsan, polîsek jiyana xwe ji dest dabû 2 jê polîs 3 kes jî birîndar bibûn. Piştî êrîşê li taxên Tekel, Mescît û Konak yên navçeyê qedexeya derketina derve hate îlan kirin. Tevî ku ji Walitiya Amedê daxuyanî nehat dayîn jî, qedexeya derketina derve ji aliyê polîsan ve bi wesayitên zirxî û ji mizgeftan hate îlan kirin.
Hate zanîn ku piştî êrîşê gelek wesayitên zirxî ber bi Taxa Konakê ve çûne. Her wiha hate ragihandin ku tevî ku li taxên Camî û Selahattînê biryara qedexeyê tuneye jî, polîs li ser Caddeya Gaziyê digerin û anonsa "Herkes bikeve mala xwe" dikin.
(zt)