Li gundê heştanê derketina kolanan qedexe!

11:31

JINHA

ŞIRNEX - Li gundê Heştan ê girêdayê Şirnexê leşkeran ser gund de girtin û gundiyan 3 saetan li qadê bin tavêdê da seknandin. Qedexekirina kolanan anî, leşkeran derdora gund dorpeç kirin û gotin "Win ji malên xwe derkevin emê we gulebaran bikin."

Di sala 1990'an de rê û rêbazên şerê taybet pek di anîn êrîşî gundan dikirin welatiyan kom dikirin û tehdit dikirin rê û rêbazênwê deme dîsa sixwazin bişopînin. Gundê heştan ê giredayê Şirnexê di hembêza Cudî de li gorî welatiyan anîn ziman, serê sibê dema ji xwe şiyar bûn dîtin ku gund ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpeçkirin. Hemû gundiyan li qadê kom kirin û bin tavê de 3 saetan dan seknandin û tehdit kirin. Piştre gotin "Dakatina kolanan qedexeye, heya fermanek din kes dernekevin kolana. Hun ji malên xwe derkevin emê we gulebaran bikin." Bi wî awayî gundî tehdit kirin, paşê ji leşker ji gund derketin. Li gorî agahiyan derdora gund hêjî di bin dorpeça leşkeran dane.

Gundiyan anîn ziman ku ew nikarin harin baxçê xwe li ser erdê xwe sewalan nikarin bibin çerandinê li hemberî wê bertek nîşan dan.

(ba/zt)