Parêzer: Li Cizrê mafê jiyan, tenduristî û gerê hatiye binpêkirin
12:04
JINHA
ŞIRNEX – Hiqûqnasên ku li navçeya Cizîrê ku bi rojan qedexeya derketina derve berdewam kir, lêkolîn kirin çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve kirin û daxuyandin ku li navçeyê bi gelek binpêkirinên azadiya mafên jiyan, tenduristî, mal û gerê dîtine.
Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Buroya Hiqûqê ya Asrin û Weqfa Lêkolînkirina Hiqûq û Civakê (TOHAV) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku piştî qedexeya derketina derve rabû, lêkolîn kirin û encamên lêkolînên xwe yên duh heta îro bi raya giştî re parve kirin. Li ser navê saziyan endama OHD'ê parêzer Zuleyha Gulum axivî û diyar kir ku ew ji bo ku asta qatlîamên hatine jiyîn û binpêkirinan lêkolîn bikin hatine navçeyê.
'Tiştên ku tên jiyîn hemû Tirkiyeyê eleqedar dike'
Zuleyha diyar kir ku êrîşên li dijî gel tenê ne li Cizîrê ye û piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li gelek cihan êrîş pêk hatiye û bi taybetî êrîş li Kurdistanê zêde bûne. Zuleyha da zanîn ku piştî li Cizîrê derketina kolanan hatiye qedexekirin mirov hatine qetilkirin û welatiyên li navçeyê dijîn di bin tehdîdê de ne. Gulum nirxandina "Tiştên li Cizîrê diqewimin tenê Cizîrê eleqedar nake. Hemû Tirkiyeyê eleqedar dike. Divê li hemberî tiştên li vir tên jiyin bihistarî hebe" kir.
'Bi tu awayî mafê tenduristî û mafê jiyanê nayê astengkirin'
Hevserokê Giştî yê MHD'ê Kadîr Guner jî bilêv kir ku piştî ku Walîtiya Şirnexê bi awayeke kêfî biryara qedexekirina derve girtiye mafê tenduristî, jiyan, mal ên 100 hezar welatiyên li Cizîrê dijîn hatiye binpêkirin û nirxandina "Li gorî qanûna 5442'yan bi tu awayî mafê tenduristî û jiyanê nayê astengkirin. Di dema bûyeran de ji bo birînên birîndaran nehatiye pêçan, birîndar ji aliyê polîsan ve hatine tehdîdkirin. Ji ber ku xetê telefonan tunebûn ambulansên ku hatine jî ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin."
'Bi êrîşan xwestingelê Cizîrê biçewisînin'
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Omer Guneş jî anî ziman ku yên ku li gorê qedexeya derketina kolanan tevnegeriyane bi mirinê re rû bi rû mane, firinên ku pêdiviyên jiyanî bi cih tînin jî rastî êrîşê hatine û wiha got: "Armanca hemû êrîşan çewisandina gelê Cizîrê bû." Omer diyar kir ku bi hezaran welatî 9 roj dibin tehdîdê de derbas kirine.
(kom/zt)