Li gel hemû mudaxeleyan jî gel getin hindirê Surê - DEQEYA DAWÎ
12:29
JINHA
AMED - Ji serê sibê heya niha dengê teqînên mezin û çekên giran ji navçeya Surê bilind dibin. Li hemberî şerê giran dibe welatî diherikin Meyîdana Şêx Sait û ji bo bibin mertalên zindî ber bi taxên şer lê berdewam diki ve diherikin, lê rastî barîqatên polîsan tên. Bi bombeyên gazê û guleyên plastîk polîsan mudaxeleyî gel kir. Li gel mudaxeleyan jî gel barîkat rakirin û ketin hindirê Surê.
Bi qedexeya derketina kolanan re li navçeya Surê leşker û polîs desturê nade çun û hatinê û navçe girtine bin dorpêçê. Ji nava taxên Surê dengê teqînên mezin û çekên giran bilind dibe. Welatî daketin kolanan û bi duruşman êrîş şermezar kirin. Li aliyê dinê bi banga HDP û DBP'ê gel diherike Meyîdana Şêx Sait, ji bo bibin mertalên zindî ber bi taxên şer lê berdewam dike ve diherikin lê rastî barîqatên polîsan tên. Welatî hewildidin ji aliyê Baliklilarbaşi ve têkevin nava Surê lê ratî barîkatên polîsan tên. Hêzên tayîbet ketina welatiyan a navçeyê asteng dikin. Welatî bi duruşmên weke "PKK gele gel livire", "Bijî berxedana Surê" û "Qatîl Erdogan" bersivê didin û li gel hemû astengiyan jî bibiriyarin têkevin taxê.
Bi bombeyên gazê û guleyên plastîk polîsan mudaxeleyî gel kir. Li gel mudaxeleyan jî gel barîkat rakirin û ketin hindirê Surê û ber bi taxên taxên Hasirli û Fatih yê ve dimeşin./..
(kom/zt)