Cizîra Botanê 16 canên xwe oxir dike
13:02
JINHA
ŞIRNEX – Li Cizîrê ji bo merasîman cenazeyê 16 welatiyên di êrîşên polîsan de hatin qetilkirin nêzî 100 hezar kes kombûn. Ligel gelê welatiyên bajar û navçeyên derdorê hemû gelê navçeya CVizîrê ji bo merasîma cenazeyan li navçeyê kombû û zêmarên dayîkan bilind dibe.
Ji ber terora dewletê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk anî heya niha di nav de zarok jî heyî 21 kesan jiyana xwe ji dest da û ji bo 16 kesan merasîma cenaze hat lidarxistin û merasîmê dest pê kir. Ji kesên hatin qetilkirin 5 kes di dema bûyeran de hatin definkirin û cenazeyên din ên otopsiyên wan berê hatin kirin ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dihatin sekinandin û cenazeyên din ên otopsiyên wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin ên anîn Cizîrê yên Mehmet Emîn Levent (21), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahir Yaramış (35 rojî), Cemile Çağırga (13), Osman Çağlı (18), Meryem Süre (53), Özgür Taşkın (20), Seyit Eşref Erdin (60), Zeynep Taşkın (18), Maşallah Edin (35), Sayit Nayici (17), Selman Ağar (10), Bünyamin İrci (15), Mehmet Dikmen (70), Mehmet Erdoğan (75) û Mehmet Emin Açık (70) bi konvoyê anîn taxa Konakê û konvoya cenazeyan li ser riya Şirnex, Silopî û Cizîrê ji aliyê 100 hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
Ji bo merasîma cenazeyan ligel gelê Cizîrê gelê bajar û navçeyên derdorê jî bi hezaran kes hatin navçeyê. Piştî konvoya cenazeyan a ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser û bi alên kesk, sor û zer hatin pêçandin hat dîtin zêmarên malbat û welatiyên bilind bûn. Girseyê ligel tîlîlî û çepikan dirûşemeya “Ey şehîd xwîna te erdê namine” berz kir. Piştî pêşwazîkirina konvoya cenazeyan bi deh hezaran kes li pişt wesayîtên cenazeyan li ser Kolana Yafesê ber bi navçeyê ve dest bi meşê kir. Piştî girse gihişte Qada Newrozê ya li taxa Surê merasîma cenazeyan dest pê kir.
Piştî merasîma cenazeyan dê cenaze li Şehîdgeha Bêrîvan a li Goristana Asrî ya Cizîrê bên definkirin.
(kom/zt)