Alikariyê ji bo zarokan hat berevkirin şandin Kobanê
13:03
JINHA
CIZÎRÊ - Li Cizîrê Rexistina Kantona Yekîtiya Star a Jinan ji bo zarokê di berxwedana Kobanê dê ê dê û bavê xwe wenda kiribûn kampanya alîkarî dabûn dest pê kirin. Alîkariya ji bo zarokan pere hat berevkirin şandin Kobanê.
Zarokên di berxwedana Kobanê de dayîk û bavê xwe wenda kiribûn ji aliyê Komîteya Rêxistina Yekîtiya Stara Kantona Cizîrê ve kampaniyeya alîkariyê hat dest pê kirin. Di xepata kampanya yê de 3 milyon û 801 hezar lîrê Sûrî hat berevkirin. Perê hat berevkirin ji aliyê heyêta ji 6 jinan pêk tê ve li Kobanê pera radestî Rayedarê Yekîtiya Starê kirin.
Ji Rayedarên heyeta Yekîtiya Starê Çinar Yusiv anî ziman ku ew mal bi mal geriyan, zarokên di berxwedana Kobanê de dayîk û bavê xwe wenda kiribûn ji bo alîkariya wan pere berev kirin. Çinar diyar kir ku ji sedema Cejna Qurbanê wan xwest bi alîkariyê dilê zarokên Kobanê xweş bikin.
Rayedara Yekîtiya Star a Kobanê, spasiyê xwe ji heyeterê şandin û diyar kir ku dê ji nêz ve têkildarî jin û zarokên Kobanê bibin.
(ba/zt)