'Emê nivîsîna rastiyan berdewam bikin'
13:54
JINHA
AMED - OGC sansur û astengiyên li ser DİHA yê şermezar kir û got: "Dê çapemeniya azad nivîsîna rastiyan berdewam bike."
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) der barê êrîşên ku li ser xebatkarên çapemeniyê yên di demên dawî di bi konsepta şerê ku hikûmeka AKP'ê daye destpêkirin zêde bû de daxuyanî da. Kedkarên Çapemeniya Azad beşdarî daxuyaniya ku li ber AZC Plazayê hate dayîn bûn. Hevserokê OGC'ê Heqî Boltan daxuyanî xwend û diyar kir ku ewê weke çapemeniya azad nivîsîna rastiyan berdewam bikin.
Heqî anî ziman ku îxtîdara AKP'ê û dîktatoriya Erdogan, bi konsepta şerê taybet re, di şexsê Cizîr, Farqîn, Lice, Gever, Gimgim û gelek navçeyên Kurdistanê ku di heqîqetê de israr dikin de hewl dide li ser hemû gelê Kurdistanê polîtîkayên îmhayê têxe meriyetê û wiha berdewam kir: "Dixwaze hemû hêz, nasname û çandên ku di hebûn û rêveberiya xwe de israr dikin tune bike. Polîs, leşker, tîmên taybet û hemû hezên çekdarî yên ku fermanê ji Erdogan û AKP'ê distînin, herêmê li mirovan qedexe dikin. Dahl, rez, zozan, mêrg û daristanê Kurdistanê talan dikin û dişewitînin. Mirovan li nava kolanan qetil dikin. Êrîşî ser malên gel dikin û li dijî mafên mirovan Kurdistaniyan binçav dikin. Binpêkirina mafên mirovan di asta herî jor de zêde bûye. Çapemeniya ku dixwaze bibe dengê heqîqetê rastî êrîşên hikûmet û dewletê tê"
'Ji bo rastî neyên dîtîn êrîşî çapemeniyê dikin'
Heqî bal kişand li ser êrîşên ku di demên dawî de li dijî kedkarên Çapemeniya Azad û wiha got: "Li dijî çapemeniya azad ku dixwaze bibe dengê vê heqîqetê û vê heqîqetê bi Tirkiye, Rojilata Navîn û Cîhanê re parve bike, şerekî taybet tê meşandin. Îxtîdara AKP'ê û Serokomar Erdogan ku dixwaze bi riya tundî û zextan bibe împaratorê herêmê, li dijî çapemeniyê şerê taybet û derûnî daye destpêkirin. Ji bo rastiya wan neyê dîtin bi hemû rêbazan êrîşî ser çapemeniyê dike. Mînaka herî şênber bi şerê taybet re li dijî DÎHA, JINHA û rojnamegerên bi wîjdan êrîşên taybet dan destpêkirin. Rojnamegerên ku dixwazin rastiyê binivîsin ji kar tên avêtin. Rojnameyên ku dixwazin rastiyê bibînin rastî tundî û zextên hikûmetê tên. Ajansên ku li pey heqîqetê ne û ji rastiyan tawîzê nadin her roj rastî sansuran tên."
'Çapemeniya Azad tê sansurkirin û rojnameger rastî êrîşan tên'
Heqî têkîldarî qedexe û sansura ku li dijî Çapameniya Azad û çapemeniya muxalîf de jî wiha axivî: "Ji 24'e Tîrmehê ku hikûmeta AKP'ê fermana şer da heta niha malpera DÎHA'yê herî kêm 16 caran hat sansurkirin. Malperên ANF, ANHA, ROJNWES, Azadiya Welat, Ozgur Gundem û çapemeniya azad gelek caran hatin sansurkirin. Gelek nûçegîhanên DÎHA û JINHA'yê rastî êrîşên çekdarî yên polîs û timên taybet hatin. Rastî gefên polîsan ên kuştinê hatin. 3 nûçegîhanên DÎHA'yê ku li Mêrsînê nûçe şopandin hatin binçavkirin. Rojnameger ji Mîlliyet, TRT û gelek saziyên çapemeniyê hatin avêtin. Rojnameya Hurriyetê rastî êrîşan hat. û gelek rojname, rojnamegerên xwestin rastiyê bi raya giştî re parve bikin rastî gefan û binpêkirina mafan hatin."
Heqî bilêv kir ku îxtîdara AKP'ê û Serokomar Erdogan ku dixwaze bi darê zorê serdestiyê bike û bibe împarator, hemû rêgezên şer îhlal dike, hemû hiqûq, zagon û peymanên neteweyî û navneteweyî bin pê dike, çavsoriyê li ser her kesî dike û dixwaze bi zilm û zordariyê her kes serî li hemberî wan bitewîne. Heqî anî ziman ku ligel zext û zorên li ser çapemeniyê, heta niha Çapemeniya Azad heta niha ligel kuştin, îşkence, girtin û binçavkirinan serî netewand û ji niha û şûnde jî dê tu carî serî netewîne, dê her tem di riya heqîqetê de weşana xwe berdewam bike.
Banga têkoşîna hevpar
Heqî bang li saziyên çapemeniyê kir û wiha pêde çû: "Ji bo dawî li van zextan bê, em bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê dikin ku li hemberî van zextan bêdeng nemînin û bi hevre di nava hevkarî û tevkariyê de bin." Heqî bang li hikûmeta AKP'ê jî kir û xwest dawî li pêkûtiyan bîne. Hqî diyar kir ku ew ê wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad, dê her dem mafê rojnamegeran biparêzin.
Daxuyanî bi durşmên "Çapemeniya azad bêdeng nabe" bidawî bû.
(kom/zt)