Gel xwest bikeve Sûrê polîsan êrîş kirin pevçûn dest pê kir
14:22
JINHA
AMED - Li Sûrê ji sibê ve ye dengê çek û teqînan bilind dibe û gelê Amedê ji bo bibe mertalên zindî barîkatên polîsan derbas kirin. Polîsan êrîşî gel kirin û pevçûn qelibî taxa Ofîsê. Polîsan bi bombe gazê û guleyên plastîk êrîşî gel dike û gel bi kevira bersiv dide. Le belê li Sûrê polîsan jinekî 80'ê salî birîndar kirin.
Li navçeya Sûr a Amedê piştî biryara Walîtiya Amedê ya qedexeya derketina derve polîsan navçeyê dorpêç kirin û ketin û derketina navçeyê jî asteng kirin. Êrîşên polîsan li taxê Hasirli û Fatîhpaşayê berdewam dike. Bi hezaran kesên ku bi bangawaziya HDP û DBP'ê li Qada Deriyê Çiyê kom bûn, ji bo xwe bigihînin taxên ku pevçûn giran bûne ji aliyê Balikçilarbaşiyê barîkatên polîsan derbas dikin û hewl didin bikevin navçeyê. Polîsên çevîk hewl didin ku welatiyan asteng bikin lê gel ber bi taxa Ofîse a giredayî Yenîşehîrê bi dirûşmeyên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Sûrê" û "Kujer Erdogan" ber bi taxan ve dimeşe.
Li taxa Fatîhpaşayê ya nêzî Mizgefta Kurşûnlûyê jina bi navê Makbûle Ermîş ê 80'ê salî ji bo li kurê xwe bigere dakete kolanê ji aliyê polîsan ve hate birindarkirin. Makbûle ji piyê xwe birîndar bû û ji aliyê welatiyan ve li malê tê dermankirin. Li taxê hemberî êrîşên polîsan gel bertekan bilind dikin û bersiv dedin.
Hejmara birîndara derkete 3 yan
Li Sûrê li hemberî qedexekirina kolanan gel xwest têkeve taxê di nav bera gel û polîsan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 7 tîmên taybet birîndar bûn. Polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Tib ê ya Dîcleyê. Ji bajarên din jî birîndaran şandin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehi ya Gazî Yaşargîl.
(ba/zt)