Li Farqînê piştî qedexeya derketina kolanan şer despêkir
14:42
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê piştî ku li hin taxan derketina kolanan hate qedexekirin polîsan êrîşî gel kirin. Li navçeyê polîs û leşker û li avahiyên bilind jî sekvan hatin bicihkirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan xwestin bi wesayîtên zirxî ve bikevin taxên Mescît, Konak û Tekelê û bombeyên gazê davêjin kolanan. Li asîmanên navçeyê gelek helîkopter difirin û li başûrê navçeyê jî li taxên di bin kontrola gel de ye dengê teqîn û çekan tê. Li taxên Konak, Mescît û Tekelê qedexekirina derve ku hatibû girtin bi awayeke fîlî li hemû navçeyê pêk tê. Qedexeya derketina derve polîs bi anonsan vedibêjin gel jî bo pêdiviyên xwe bi cih bînin çûn firinan. Li navçeyê li avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin.
Li aliyê din serê sibehê polîsê ku jiyana xwe ji dest da jî bi alîkariya heyeta DBP û HDP'ê ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve ji wesayîta kar hate derxistin. Cenazeyê polîsê jiyana xwe ji dest da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Li navçeyê piştî qedexeyê înternet hate qutkirin. Serê sibehê gelek leşker û polîs sewqî navçeyê hatin kirin, hatin û çûyînên navçeyê hate dorpêçkirin.
(kom/zt)