Rêxistina Kedê: Li Surê metirsiya qirkirinê heye
15:23
JINHA
AMED - Girêdayî qedexeya derketina kolanan a ku li Surê hatî îlankirin û piştî wê şerê hatî despêkirin Rêxistina Kedê daxuyanî da û diyar kir ku li Surê metirsiya qirkirinê heye.
Hevparên sendîkayên DÎSK û KESK'ê yên Amedê, têkildarî qedexeya kolanan a Sûrê li Deriyê Çiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Bi sedan endam û rêveberên DÎSK û KESK'ê amade bûn. Endamê DÎSK'ê Ramazan Kiziltepe, anî ziman ku piştî hikûmeta AKP'ê di 7'ê heziranê de têk çû, êrîşên gel dikin û gel bi fikar in.
Ramazan, destnîşan kir ku AKP OHAL'ê liser gel fers dike û wiha got: "Duh di çalakiya mertalên zindî ya Lîceyê de 8 kes bi guleyên leşkeran birîndar bûn. Niha jî Navçeya Sûrê di bin dorpêç û gefên polîsan de ye. Navçeya Sûrê ku demek dirêj di bin dorpêça polîsan de ye, ji serê sibê de operasyonek nû dan destpêkirin. Piştî kolan li welatiyan hat qedexekirin, fikara me zêde bûye. Di demên borî de jî hat dîtin ku çek ne çareserî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin dîsa diyalog û muzakere bên destpêkirin."
(zt)