Gulsum Agaoglû: Em şahidê bîlançoya meha îlonê ne
15:42
JINHA
STENBOL - Meclîsa Jinên Azad (KOM) şer û komkûjiyên li herêma Kurdistanê hatine kirin lêkolîn kirin. Encama ji lêkolînên xwe derxistine bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re par kirin. Di civînê dê Gulsum Agaoglû axivî û got: "Em şahide bîlançoya meha îlonê " ne.
KOM'ê bi şiyara "Em jiyan û azadiya xwe bi rexistin dikin û deng didin aşitiyê" li Eywana Civinê ya Cezayîrê hatin cem hev û şahidiya meha îlonê ya şer, berxwedan û piştgiriyê par ve kirin û nirxandin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bi pankarta "Em jiyan û azadiya xwe bi rexistindikin û deng didin aşitiyê" tevlî bû.
'Peywa komkuji yê jî têr nake tiştê hate jiyankirin'
Di despêka civînê de Gulsum Agaoglû axifî û anî ziman ku peyva komkuji yê jî têr naki tiştê hate jiyankirin hîn xiratirin ew gotin jî kêm dimîne li ber wan kirinan û wiha domand: "Em şahideê bîlançoya meha îlonê ne, mixabin mirina zarokên biçûk, zarokên ne heştin cenazê wan werin definkirin û sekvanên jin û ciwanên hedef girtibûn şahidiya vê deme dikin."
'Ji temsîliyeta jinan ew ne dil rehetin'
Gulsum, bal kişand ser kirinên tîmên taybet, leşker û polîsan ê li ser gel dikin û qedexeya derketina kolanan û wiha berdewam kir: "Li Sûrê tiştên awarte te kirin. Gelê Kurdistanê berxwedaniya xwe û baweriya xwe naşkînin. Polîtîkayên devletê li ser sivîla û şîdeta wan a li ser gel derdikeve holê. Me wê mînakê di Ekîm Wan de dît. Ev kirinane didin nîşandan ku ew ji temsîliyeta jinan ne dilrehetin."
Gulsum wiha dom kir: "Em li ser navê KOM'ê jinên cûda û ji jinên tevgera sivîl dîyar kir ku kom bûn û bi armanca bersiwê çiwa ji berxwedana jinên azad 'çawa deng derxin' bibînin."
Civîn bi nêrînên heyetê berdewam dike.
(ba/zt)