Li Amedê yek jê rojnamevan 3 kes hatin bin çav kirin
16:37
JINHA
AMED - Li taxa ofîsê yê Amedê pefçûnên nava gel û polîsan berdewam dike. Li taxa Ekîncîlera û hemu taxan ji aliyê gel ve bertek hatin nîşandan û polîs sivîlan tehdit dikin, gel gulebaran dikin. Rojnamevanê nûçe dişopan tevlî 3 kesan hatin bin çavkirin.
Li navçeya Sûra Amedê qedexekirina kolanan berdestê sibê dest pê kiriye li hemberî komkûjiyê welatiyên meşiyan taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê polîsan êrîşê gel kirin. Piştî êrîşên polîsan pevçûn hemû kolanan belav bû û gelê dicivin her deqeyê zede dibin. Polîs welatiyên di taxê de derbas dibin anonsê "xwe li erdê dirêjkin" dikin û gulebaran dikin.
Li tax û kolanan esnafan derabên xwe girtin. Bi hezaran kes bi sloganên "Her der berxwedan, her der Sûr" berxwe dide. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî gel dike. Di gulebaranê de ciwanek ji piyê xwe birîndar bû.
Li taxa Ekîncîlera nûçegihanê ji kîjan welatiye nayê zanîn ji aliyê polîsan ve hate bin çavkirin. Polîs bi wesayitên zirxî ketin taxê nasnama nûçegihan nehate zanîn bin çav kirin. Ji xeynî nûçegihan 2 kesên din jî bin çav kirin.
Li taxa Ofîsê ji bo alikarî bidin berxwedanê jin ji balkonê avahiyan tilîlî qîr dikin û zarok jî deng derxistine. Li taxê piranî dengê "Çarxa şoreşê" bilind dibe.
Ji aliyê din li taxa Fîs a girêdayî navçeya Yenîşehîrê polîsan rê girtin û nahêlin wesayît derbas bibin.
Li ser bajar helikopter digerin.
(ba/zt)