Li Farqînê şer giranbû kesekê jiyana xwe jidest da

16:52

JINHA

AMED - Li 3 taxên Farqînê piştî qedexeya derketina kolanan şer giran bû. Li Taxa Cescitê ciwanek ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Hat zanîn li her 3 taxan jî gelek birîndar hene. Parlementerên HDP'ê çun Farqînê.

Li navçeya Farqînê ya Amedê li 3 taxan qedexeya kolanan hat îlankirin û piştî vê yekê li taxan êrîşên polîsan zêdebûn û berdewam dike. Li taxên Mescît, Tekel û Konak tê gotin mirî û birîndar hene. Li gorî agahiyên ji taxên di bin dorpêça polîsan de hatin girtin êrîşên polîsan zêde bûn û gelek gule li malan ketin.

Heyeta HDP'ê ya di nav de wekîlên HDP'ê Edîp Berk, Altan Tan, Osman Baydemîr û Seher Akçinar jî heye hatin Farqînê. Heyetê yekemîn Şaredariya Farqînê ziyaret kirin û pişt re jî bo bîrîndaran bigirin bûn du kom çûn taxên Mescît û Tekelê.

Hat ragihandin ku li tevahiya avahiyên bilind ên navçeyê sekvan bi cih bûn û êrîşê li welatiyan dikin. Hat dîtin ku wesayîtên zirxî yên li ser riya Amedê bi cih bûn jî derdorê gulebaran dikin. Li navçeya dengê teqîn û çekan tên.

(zt)