Polîsan êrîşî Bloka Atiyê kirin - HATE NÛKIRIN
17:48
JINHA
STENBOL - Polîsan êrîşî daxuyaniya Bloka Aştiyê ya bi duruşma "Em li gel we ne gelê Cizrê" kirin.
Bi boneya bertek nîşandana qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin û şêwirmendiya bi gelê Cizîrê re li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê ya bi girseyî hat dayîn rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan li ber Lîsê bi TOMA yan girtin. Girseya ku di navê de parlementerên HDP'ê, têkela Bloka Aştiyê, Sendika û rêxistinên civaka sivîl jî heyî di dema xwendina daxuyaniyê de rastî êrîşa polîsan hatin.
Di êrîşa polîsan de rojnamegerek birîndarbû, binçavkirin jî hene hîna êrîş berdewam dike.
Di êrîşê de rojnameger jî hedef hatin girtin. Guleyên pilastuk bi pişta Nûçegihana JINHA yê Oyku Dilara Keskin ket û bi sivikî birîndar bû. Polîsan gelek kes girtin binçavan û rageşî derbazî nava kolanan bû.
(zt)