Parlementera HDP'ê Çaglar Demîrel di encama gule barana polîsan de birîndar bû
17:56
JINHA
AMED - Girseya ku bi armanca dorpêçkirina navçeya Surê dest bi çalakiya meşê kiribûn rastî êrîşê polîsan hatin. Di encama êrîşa polîsan de Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ji lingê xwe birîndar bû.
Li navçeya Surê ya Amedê piştî ku welî derketina kolanan qedexe kir polîs êrîşê taxên Hasirlî û Fatîhpaşa kir. Piştî ku daxûyanî li Meydana Şêx Saît hat dayîn û girse berê xwe da Balikçilarbaşi ya Surê polîsan êrîş bir ser girseyê. Di encamê êrîşê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ji ber cîsmek li lingê wê ket birîndar bû
Çaglar Demîrel a ku ji lingê xwe birîndar bû û ji ber bombeyên gazê nefesê wê çûye ew rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku rewşa Çaglar Demîrel niha başe.
(rc)