Li Cizîrê qedexekirina kolana rabû

08:35

JINHA

AMED - Walîtiya Şirnexê şevê din seat di 19.00'an de li navçeya Cizîrê careke din qedexekirina kolanan îlan kir û serê sibê saet di 07.00'de biryara qedexekirina kolanan rabû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din cara duyemîn biryara rêveberiya awarte hatibû dayîn û serê sibê biryar hat rakirin. Di encama qedexekirina kolanan a di 4'ê îlonê de dest pê kir û heya 11'ê îlonê berdewam kir 21 welatî ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin û piştî duh cenaze hatin definkirin parezgerê Şirnexê careke din qedexeya kolanan îlan kir. Îro sêre sibê saet di 07.00'an de gedexekirina kolanan rakirin.

(ba/zt)