'Bila AKP'ê xeyalan çêneke berxwedanî wê bidome'

09:00

Sorgûl Kobanê/ JINHA

TIL TEMIR - Dayîkên şehîdan ên bajarê Til Temir êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin û gotin: "Her çiqas êrîş li hember gelê Kurd pêk were jî berxwedaniya gelê Kurd bi hêztir dibe. Kurd wê tu caran dev ji ax û warê xwe bernedin, ji ber me bi xwîna şehîdên xwe av daye."

Dayîkên Şehîdan ên bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê, bertek nîşanî êrîşên dewlata Tirk ya hovane a li dijî gelê Kurd yê sivîl da û şermezar kir. Dayîkan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hember berxwedana gelê Kurd têk çûye û ji ber vê yekê bi aweyek hovene êrîşê gelê Kurd dike û dixwaze îrade û berxwedanê gel bişkîne. Dayîka Şehîd Argeş Suad Cemîl bertekê nîşanî êrîşan da û wiha got: "Dewleta Tirk bi salane polîtîkayên xwe ên qirêj dixwaze li hember gelê Kurd pêk bîne. Dixwazin bi êrîşan gel neçarî koçberiyê bikin. Êrîş anî Rojava jî lê di encamê de gel li berxweda. Li bajar û navçeyên Kurdistana Bakûr jî berxwedana gel bê navber li hember polîtîkayên şer didome. Siyasetê dewletê dê tu caran li hember berxwedana gelê Kurd wê bi sernekeve. Gelê Kurd dê dev ji welat û warê xwe bernede ji ber ku ev ax bi xwîna şehîdan hatiye avdan."

'Ferqa dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê nîne'

Suad anî ziman ku divê dewleta Tirk destê xwe li ser ciwan û zarokên Kurdan bikşîne û wiha pêde çû: "Bila êdî dewleta Tirk gelê Kurd qetil neke, li navçeya Cizîrê gelek ciwan û zarok hatin qetilkirin. Li gorî nêrîna min ferqa dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê ji hev nemaye. Ji ber sistema wan weke heve. Herdu jî êrîşê sivîlan dikin herdu jî ciwan, zarok û jinan qetil dikin."

'Ne gelê Cizîrê ne jî Rojava bi tenê ye'

Suad anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe hewldide hêzê gelê Kurd bişkîne û wiha pêde çû: "Ne gelê Cizîrê ne jî Rojava bi tenê ye. Hemû gel Kurd piştgirî dide hev û hêza parastinê avakiriye. Heya ku dilopek xwîn di canê mede hebe emê dev ji berxwedan û axa xwe bernedin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bila ji xwere xeyalan çêneke ku bikaribe vîna gelê aştîxwez bişkîne. Êdî zarokê me ji 7 salî heya 70'î salî li hember zilma desthilatdariyê çek hildane û parastina xwe dikin." Suad di dawiyê de bang li ciwanên ku welatê xwe terk kirine kir ku vegerin welatê xwe û parastina axa xwe bikin.

'Min zarokê xwe diyarî şoreşê kir'

Dayîka şehîd Devrîm û Çiyadar Nazê Mihemed êrîşên dewleta Tirk ya li hemberî gelê Kurd şermezar kir û wiha got: "Min zarokê xwe diyarî şoreşê kir. Bila êdî Erdogan dev ji vê kiryarên xwe berde. Bese êdî ewqas kuştin. Siyaseta Erdogan êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Em bimrin jî li hember van polîtîkayan dê têkoşîna me bidome. Em ê dev ji welatê xwe bernedin ji ber me şehîd dan. Hemû dayîk xwedî li şehîdên xwe dertên û dev ji welat bernadin." Nazê da zanîn ku hevserê wê a 75 salî jî cihê xwe di nava hêzên parastina cewherî digre û bang li ciwanan kir ku xwedî li berxwedanê û axê xwe derên kir.

(rc)