Êzidiyên Wargeha Newroz çawa jiyan xwe bi rêxistin dikin?
09:03
Ruşen Binici /JINHA
DERİK - Êzidiyen li Wergeha Newroz dijîn, li gorî sîstema rêxistinî jiyana xwe bi rêvedibin û perwerdeya xwe dibînin. Rêvebera Wergeha Newroz Pelda Çiya diyar kir ku ew di nava hewldanê de ne ku jiyanê wan li wergehê baştir bikin.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîş bir ser gelê Şengalê û komkujî pêk anî, di encamê êrîşê de bi hezaran welatiyên Êzidî hatin qetilkirin, revandin û neçarî koçberiyê hat kirin. Êzidiyên ku ji komkujiyê rizgar bûne li wergehên cuda cuda hatin bi cih kirin. Yek ji van wergehan Wergeha Newroz ya bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîra Rojavaye. Wergeha Newroz piştî êrîşê ser Şengalê bi piştgiriyê rêxistin û saziyên Rojavayê Kurdistanê hat amede kirin. Armanca vekirina vê wergehê pêdiviyên jiyanê ên peneberan pêşwazî kirin û pirsgirêkê fizîkî û travmeyên derûnî derbas kirine. Wergeha Newroz a ku di bin berpirsyariya Kantona Cizîrê de hatî vekirin sistema jiyanê jî hatî diyar kirin û Rêvebera Wergehê ji aliyê Rêvebirên Kantonê ve hatiye diyar kirin. Derbarê xebat û sistema jiyanê Wergeha Newroz Rêvebera Wergehê Pelda Çiya agahî da me.
'Bingeha sîstema xweser tê avêtin'
Pelda Çiya diyar kir ku ew sîstema ku gel di navde xebatên sazîbûnê pêş bixin avakirine û wiha got: "Li wergehê sistema saziyê têkiliya, nûnerên ku agahiyê wergehê radighîne, komîteya aboriyê, arşîv, raghandin û xizmetkarî ku ew jî girêdayî şaredariyê ye li wergehê hatî avakirin. Rêveberî û nûnerên hemû saziyê jî bi aweyek qordîne xebatê xwe dimeşîne. Piştî ku konferansa sala borî pêk hatî meclîsa wergehê bi temamî ji 9 jinan pêk hat. Meclîs di nava xwede kar beşî kir û wiha xebatê xwe bi rêvedibe. Bi xebatê meclîsê ve girêdayî, xebatê civakî, çand û huner, dibistan, xebatê ciwan û jinan jî tê rêvebirin. Di warê rêxistinkirin, xebatên perwerdê û pêşxistina pîşeyê de xebatê me pêk hatin. Li vê wergehê bingeha sîstema xweser tê avêtin."
Pelda diyar kir ku ew girîngiyê didin pêşxistina jin û civakê û wiha domkir: "Jin di nava hemû civakan de bi heman zîhniyetê tê rêvebirin. Di malê de bi zarokan re tê sînordar kirin û mafê jiyanê lê tê birîn. Ev yek hêzê jinê difetisîne. Bi xebatên xwe ên li vir em dixwazin vê ferastê li hember jinê bişkînin û nêrîna civakê li hember jinê biguherin. Ji ber komkujiya û revandina bi hezaran jin derûniya gelek ji wan xirab bûye. Em hewldidin vê derûniyê hêdî hêdî bi rêbazên cûda bidin derbas kirin. Li wergehê gelek jin ji ber derûniya xirab ji konên xwe dernediketin, lê niha derdikevin û bi mirovên derdorê xwe re têkiliyê datînin."
'Jin dexwaza hînbûna parastinê xwe dikin'
Pelda destnîşan kir ku êdî jina Êzidî bi erka xwe yê jiyanî hesiya ye û dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha pêde çû: "Ji bo hevdu fam bikin, deruniya ku jiyan dikin derbas bikin alaqederîyeke mezin tê danîn. Di aliyê feraseta parastinê de jî pêş dikevin. Jinê Êzidî êdî li hember kevneşopiya pergalê têdikoşe û dexwaza hînbûna parastinê xwe dikin. Êdî dibêjin em jî xwe ji hemû aliyan de pêş bixin. Karê perwerdehiya jin ya fîzîkî û fikrî jî ji aliyê meclisa jin ve tê meşandin. Her wiha baskê ciwana heye, di vir de rêxistinkirina jinên ciwan û bi pirsgirêkên wan re têkildar dibin. Ev xebat demeke tê meşandan, beriya demekê ciwanan konferansa xwe li darxistibû û di konferansê de biryar girtin ku komîteyên xwe di nava wergehê de bi rêxistin bikin, ev biryar ciwanan bi jiyanî kir û xebatên xwe didin meşandin.
Pelde destnîşan kir ku di encama xebatê de pêşketin di nava gelê Êzidî de pêk hatiye û wiha got: " Siyasta ku li ser Êzidiya hatiye meşandin hiştiye ku xwe tenê di warê bawerî de pêş bixin, lê di aliyê zanistiya netewî de lewaz mane. Derbarê vê mijarê de xebatê me didomin. Xebatên weha zehmetin lê encamê xwe jî hene. Bi riya saziya ragihandina ku li vir hatiye ava kirin, tevayî karên li vir têne meşandin radighîne. Nuçe, bername, dosyayên taybet çedikin. Bi riya rêveberiya xweser parastina vir tê kirin û tevayî pêwîstî jî tê pêşwazî kirin. her wiha hin sazî û dezgehên li Rojava jî gelekî dibin alîkar."
Pelda ji bo hin xebatên din jî wiha got: " Me li vir dirûnxane jî pêşxist û em dixwazin vê xebatê berfireh bikin û bi rengekî pispor pêşbixînin û bighînin sata weqfeyê. Ji bo vê yekê jî Weqfeya Jin a Rojava destek da, pir caren mamoste şandin ji bo ku jinan li vir fêrî dirûnê bikin. Dîsa mekîneyen dirûnê ji mera peyda kirin. Wakfa Jina Azad dîsa çend cara kesên psikolog şandin. Ji bo bandore ku şer ser wan daye ava kirin derbas bikin weke semîner hatin danîn û faydeya wan tiştan ji bo gel çêbû."
'Amadekariya me ji bo wargeheki nû heye'
Pelda axaftinên xwe weha bi dawî kir: "Amadekariya me ji bo avakirina wargeheke nû heye. Ji ber dema ku ev wergeh hat avakirin Rojava di nava şertên awerte de bû. Ji aliyek şer ji aliyê din de jî ambargo li ser Rojava hebû. Di nava derfetên zehmet de ev wergeh hat avakirin. Lê em hewldidin rewşa gelê Êzidî baştir bibe û ji ber vê yekê em dixwazin wergehek nû çêbikin. Li şûna konan em ê xanî lêbikin û av bi aweyek fermî bikêşin. Her wiha amedekariya me a konferansek jin heye."
(za/rc)