Jinên Wanê: Divê gelê Tirkiyê rabe ser lingan û derbasî berxwedanê bibin
09:04
JINHA
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî dorpêça ku bi rojan ser Cizîrê berdewam kirî dan û diyar kirin ku divê AKP hesabê vê bidin. Jinan da zanîn ku divê hemû gelê Tirkiyê rabin ser lingan û tevlî berxwedanê bibin.
Jinên Wanê bertek nîşanî dorpêça bi rojan li Cizîrê berdewam kirî û qirkirinên ser sivîlan dihatin kirin dan û berxwedana gelê Cizîrê ya li hember êrîşan silav kirin. Ji jinan Nimet Abi destnîşan kir ku ew li gel Cizîrê ne û wiha domand: "Em bi dil, can û xwîna xwe li gel Cizîrê ne. Di vê pêjajoya giran de pêdiviya Cizîrê bi me heye. Divê ji ciwanan yeha kalan, jin û mêran hemû biçin Cizîrê û parastina cewherî pêşbixin. Erdogan dixwaze bi qirkirinan gelê kurd biqedîne. Lê bila ew jî baş bizane ku gelê kurd bi qirkirinê naqede. Emê gelê kurd bi vîn û berxwedana xwe derkevin pêş. Di dawiyê de jî dê aştî, biratî û gel biserkevin."
'Dê hesabê êrîş û qirkirinan bê pirsîn'
Maşalah Çekey jî bilêv kir ku dê hesabê van qirkirinan bipirsin û wiha berdewam kir: "Gerila jî leşker jî zarokên mene, her dem zarokên gel tên qetilkirin. Amadekariyê qirkirina Cizîrê li Wanê jî dikin. Her şev polîs gaza îsotê diavêjin kolanên me û malên me gulebaran dikin. Divê gelê kurd êdî şiyar bibe û parastina xwe ya cewherî pêşbixin. Roj roja yekîtiyê ye. Li gel her tiştî jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li peyî doza xwe ya me parastî bimeşin. Em her dem bûne alîgirê aştiyê û carekdinê em vê banga xwe dubare dikin. Bila êdî ciwanên me nemirin, bila êdî ev xwîn û rondikên dayîkan bisekine."
'Dora sekinandina vê zilmê hatiye'
Havva Ertaş jî banga berxwedanê li hemû gelên Tirkiyê kir û wiha pêde çu: "Divê di serî de dayîk rabin ser lingan. Ji ber Erdogan 400 parlementer negirt ciwan û gelê me qetildikin. Êdî dema ku vê zilmê re gotina bese hatiye. Di pêvajoyek wiha giran de tenê rawestandina qirkirinan bi yekîtiya gelê kurd û tirk dibe. Em dixwazin ev rojên giran êdî li paş bimînin, êdî aştî û aramî bê dîtin."
'Emê wê deshilatiyê ji wî re nehêlin'
Nesibe Ertaş jî bang li hikumeta AKP'ê ya qirkirinan dike û wiha dom kir: "Çiqas qirkirinan bike jî dê nikare bi mirinê gelê kurd biqedîne. Polîtîkaya hikumeta Tirkiyê ya tinekirina kurdan sernakeve. Li Cizîrê tekoşînek gelek mezin heye. Ji ber wê jî êdî divê gelê kurd berxedan û alîkariyek mezin bidin hev. Dê dawiya Erdoganê fermana van qirkirinan dide jî weke ya Seddam Huseyîn bibe. Dawiya hemû diktator û deshilatên xirab her dem hembanbûye. Me di hilbijartina despêkê de 80 parlementer girt, emê di 1'ê Mijdarê de jî du qatê wê derxînin. Em wê deshilatiyê ji bo wî nehêlin."
'Gelê kurd li tekoşînê xwedî derdikeve'
Behice Ertaş jî bilêv kir ku şerê AKP dide meşandin bi girştî ji derveyî ehlaqê mirovahiyê ye û wiha got: "Em bi tindî qirkirinan şermezar dikim. Gelo tiştek bi qasî dayîkek a ku bedena zaroka xwe ya bêcan bixe hindirê bozdolabiyê xirab heye? Em nikarin miriyên xwe jî bi torenên olî û civakî bin ax bikin. Ev bê helaqî û nemana mirovûnêye... Ergogan zarokên me bi zorê dişînin leşkeriyê yên xwe jî di sarayê de diveşêre. Ev gel vê ez ezî û tindiyê nepejirîne. Gelê kurd li tekoşîna xwe xwedî derdikeve. Dema yekîtî û hevgirtina gelê kurd hatiye."
(zt)