'Pirsgirêka jinan beriya netewbûnê pirsgirêkek divê bê çareserkirin e'
10:02
Handan Tufan - Mizgin Tabu/JINHA
AMED - Prof. Dr. Nedje Al-Ali diyar kir ku di nava dewleta netew de jinê weke amrazekê dixebitînin û got: "Pirsgirêka jinan pirsgirêkek beriya netewbûnê divê bê çareserkirine. Em di ferqa pêşdeçuna tevgera jinên kurd denin. Ez difikirim ku rêxistinbûna jinan ji tekoşîna nasnama netewî heya ji wê zêdetir giringe."
Pispora Zayendiya Jin û Civakbûnê û Endama School of Oriental and African Studies'te (Dibistana Xebatên Rojhilat û Afrika) Prof. Dr. Al-Ali pirsgirêkên jinan di Rojhilata Navîn de ji bo ajansa me nirxand. Nadde da zann ku herî zêde wê li ser jinên Misir, Îraq û Kurdistanê lêkolîn kiriye û wiha domand: "Di vê pêvajoya dawiyê de ji bo pirsa 'li Tirkiye û Rojava tevgera jinên kurd û bandora wê ya ser aştiyê çawan dibe?' lêkolînkirinê ez li vêderê me."
'Heya pirsgirêka jinan neyê çareserkirin pirsgirêkên civakî jî nayên çareserkirin'
Nadje Îraq û Misir mînak da û bilêv kir ku li herêmê berê çareseriya pirsgirêka netewî heye û wiha berdewam kir: "Despêkê pirsgirêka netewî û paşê pirsgirêka jinan weke avêtina pîlana duyemîn didin nîşandan. Tayîbetî tevgera Mirsrê biriyarên netewî derketin pêş. Ev tiştek bi kêrî çareseriya pirsgirêka jinan bê nîne. Pirgirêka jinan ji ya netewî hîn giringtir û pêwîste zutir bê çareserkirine. Heya di nava civakekê de pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin, pirsgirêkên civakî û siyasiyên wê civakê çareserkirin zore. Ji bo wê jî ez tevlî nirxandinên pirsgirêka jinan beriya pirsgirêkên netewîbûnê tê dibim. Ez di ferqêdeme tevgera jinên kurd sazumaniyek cudaye."
'Dewlet li gorî berjewendiyên xwe maf dide jinê'
Najde xalên tevgerên jinên Îraq, Tirkiye û Tunusê yên dişibin hev wiha nirxand: "Li wê sazumaniyek jinan a ji dewletê hatî heye. Di salên 70'an de dema ku Saddam nû derketî wî dixwest hîn zêdetir dîmenek weke muderbûnê nîşan bide. Di dema şah de jî tiştên wiha em dikarin bibînin. Li Tunusê jî heman tişt hatin dîtin. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe maf dide jinan. Di dema Ataturk de jî rewşên wiha habûn. Ev her dem ne tiştek xirabe. Lê dema ku tiştên tên jiyîn hema nede nava civakê, ji demekê û şon de paşde vedigere û vedigere tindiyê. Dewlet hatina rewşa rejîmê xirabe. Pirsgirêk emê çawan karibin jinan ji rewşa objebûnê derxin. Dibe ku piştî rizgariya wê em dikarin qala maf bikin."
'Dewleta netew jinan weke pergalekê dixebitîne'
Najde destnîşan kir ku dewleta netew jinan weke pergal dixebitînin û wiha dom kir: "Mafek ê dayî jinan nîne. Jin ruyê wan ê derve pêktîne. Di rastiyê de jinan weke prosedurê pergala burograsiyê dibînin. Bê guman ev jî dikare bangorê ser mafê wan bike. Emê çawan bikarin jinan ji pergala dewletê rizgar bikin? Heya ku jin ji pergala dewletê neyê rizgarkirin dê pirsgirêkên hîn zêdetir cuda derkevin. Tenê mînakên xirab nîne. Agahiyên giring jî hene. Dema ku em li Mirsir, Filistîn û Îraqê binêrin tevgerbûnek jinan a giring heye. Li wan deveran di mêrên ciwan de jî guherîn çêdibin. Êdî li kolanan mêrên ciwan li gel jinan dimeşin û doza mafê wan dikin."
'Tevgera azadiya kurdan gelek tayîbetiyên giring di nava xwe de dihewîne'
Nadje derbirî ku ji bo ew tekoşîna jinên bakur têbigihe li wê ye û wiha pêde çu: "Di siyasetê de hembûna jinan, wekheviya dinava jin û mêran de, di asta rêveberiyê de hebûna jinan bandorek çawan li civakê dike. Ev pêşketin bandorek çawan li jiyana rojane dike. Di asta jor de dîmenên erênî dayîna nîşandan giringe. Lê ji wê giringtir jî ew dîmen xistina nava civakê û bi civakê dana pejirandin hîn zêdetir giringe. Ji bo şopandina van hemûyan ez li vêderê me. Bêgoman gelek tayîbetiyên nû digire nava xwe. Lê pêşeroj dê çawan bibe? Niha hêzek dijber heye. Dê tindiya dewletê tevgerê çawan bangor bike."
'Em niha vê hevdîtinê dibin dengê çekan de dikin'
Nadje anî ziman ku têgiha şatiyê ne tenê ji bo sekinandina şere û wiha domand: "Bi tayîbetî di aliyê jinan de li her deverê û bi her awayî rawestandina şideta ser jinane. Ji bo têgihiştina pozîsyona jinan û lêkolînkirina wateya aştiyê em li vêderê ne. Lê em ne li benda navendek wiha bûn. Dema ku me dest bi vê projê kir em li benda ortamek hîn zêdetir sakîn bûne. Niha em vê hevdîtinê dibin dengê çekan de dikin."
'Li çar aliyan rêxistinên cuda hene'
Nadje li çar aliyê Kurdistanê tekoşîna jinan girt dest û wiha nirxand: "Em li çar aliyan rastî tekoşîna jinan ya cuda cuda hatin. Li Başurê Kurdistanê jin hîn zêdetir xwediyê sazumaniyekê ne. Dema ku mirov li aliyên dinê yên Îraqê binêre li Herêma Kurdistanê hîn zêdetir rêxistinbûna jinan tê dîtin. Lê niha sepandinek dewletê ya mezin ser jinan tê dîtin. Li Rojava jî tevgerbûnek gelek cuda heye. Tevgera jinan a ku ji Rojava derketî bandora xwe li tevahiya cîhanê kiriye. Niha jî li wê şer heye. Dê encam çawan be emê bi hev re bibînin. Em dikarin bêjin li wê tekoşînek jinan a gelek cidî û giring heye. Li Bakur jî berî çend mehan rewşek cuda hebû. Rewşek a hêvîdayînê hebû. Niha li ser civakê tindiyek mezin heye. Dê encamê vê cuda derkevin pêş. Li vêderê ji koteya jinan, hevserokatî û bandorên tevgera azadiya kurdan ev hemû tiştên erênîne. Li aliyê Îranê Rojhilatê Kurdistanê jî rêxistinek li gorî aliyên dinê kêm heye. Lê ew der jî li Bakur û Rojava dinêre û bandor dibe."
(zt)