Li Eskişehirê dîmenên şideta mêran
11:28
JINHA
ESKİŞEHİR - Li Eskişehirê mêrê bi navê O. Ç dema ku li jina bi navê M. K şidet dikir dîmenê wê şidetê bi telefonê hat kişan. Dema ku O. Ç. porê M. K dikişa ser giliyê derdorê hat binçav kirin.
Li Taxa Eskibaglara Eskişehirê dema ku mêrê bi navê O. Ç şidet li jina bi navê M. k dikir ji avahiyek pêşber bi telefonê dîmenê wan hat kêşan. Di dîmenan de tê dîtin ku mêrê bi navê O. Ç pirê jina bi navê M. Y kişandiye heya ber derî. Dema ku M. K hewildida xwe biparêze zêdetir şidet lê dihat kirin. Dema ku derdorê xwest li hewara wan biçin bi gotinên "ezê we gulebaran bikim" ew tehdîd dikir. Di wê navberê de M. K ji destê êrîşkar xwe rizgar dike û dikeve hindirê avahiyê. O. Ç jî derê bînayê dide ber pihînan û dikeve hindirê bînayê.
Li ser giliyê welatiyan O. Ç hat binçav kirin.
(zt)