Jinên Rojnameger: Divê medya ya heyî dest ji zimanê sorkirinê berde
11:52
JINHA
STENBOL - Li Cizîrê hemberî gelê sivîl û komkûjiya hat kirin di medyaya heyî de nûçe ne hatin dîtin jinên rojnameger bertek nîşanî helwesta wan dan û diyar kirin ku divê êdî medya dest ji zimanê sorkirinê berde.
Cizîr li hemberî polîtîkayê şer ê AKP'ê 9 rojan di bin qedexekirina kolanan de hat meşandin. Sekvanan gel hedef girtin û bi rojan ne heştin birîndar bên dermankirin, ê hatin qetilkirin ne heştin veşerin ji bo bedena wan xiranebe gel cenazê zarokên xwe di sarincan de veşartin. Ew pevçûnê li Cizîrê dibûn "Medyeya ciwakî" pirs dikirin lê belê ji bersiva "harbûna şer" peştir ne dihat hişê mirov. Televîzyon û rojnameyên nûçeyên Cizîrê dikirin le belê tiştê li holê na ê di hişê xwe de dinivsandin. Mirinê ji gelê Kurt re "heq dikin" medyeya heyî wesf dikirin. Medyeya hişmendiya xwe derxist holê ku aliyê şer û desthilatiyê ye. Rojnamanê fikra harbûna şer ji xwe re kirine rêgez. Lê belê rojnamevanên aliyê aşîtiyê jî hene. Jinên rojnamevan ên alîgirê aşîtiyê ne anîn ziman ku divê medyeya heyî dev ji gotinên şer berdin û nûçeyên aliyê aşîtiyê binivîsenin.
'Em ne aliyê zaliman li aliyê bindestanin'
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Zuhal Altan anî ziman ku li Cizîrê gel cenazên xwe di sarincê de di vedişertin, komkûjî ser sivîlan heye û wiha domand: "Di serî de medyayên AKP û medyaya heyî lîstoka 3'ê meymûn a dileyze û ji xwe bi van kirinên xwe em şaş nekirin. Me wan mînakan li Roboskî û Gezîyê dit." Zuhal diyar kir ku Medyaya heyî medyaya AKP yê ye. Zuhal bilêv kir ku AKP'ê şer anî asta herî bilind. Zuhal destnîşan kir ku Medyaya heyî bi gotinên kûmreşiyê, tekoşer û zayend kesan hedef nîşan dide. Zuhal anî ziman ew ji wan re nikarin bejin rojnameger dikarin bêjin qelemşorê îktîdarê û wiha berdewam kir: "Rojnamegerî karê wijdanê ye; tuştên rast binivîsinî û tucar ji rastiya tavîz nedin. Em jî bi wijdana xwe dimeşin û dibejin; 'Em ne aliyê zaliman li aliyê bindestan in.'"
'Di vê zimanê medyaya heyi yê li hev kirina gelan be'
Zuhal anî ziman ku ruyê medyayê di dema şer de derdikeve holê û di bin navê ronakbîriyê û bi pênûsa xwe gel beralidikin. Zuhal diyar kir ku di dema şer de karê herî zêde dikeve ser milê medyayê lê belê medya zêdetir bi zimanek kûmreşî û tuj bi zimanê dewletê weşanê dike û dinivîsîne. Zuhal da zanîn ku lê belê zimanê medyayê zimanek aşîtî û gelan ber bihewa bîne. Zuhal dîyar kir ku êrîşên li ser medyayê herî zede hemberî medyeya Kurd û dijbere. Zuhal agahiya 17 car DÎHA tê astengkirin kir û got: "Wê destê me de pênûs di sîtyê me de makîna kêşanê, emê polîtîkayên dewlet û îktîdara gel berî hev dide emê deşîfre bikin."
'Gotinên weke yên din tên dîtin şer zêde dike'
Nûçegihana Bîanet ê Elîf Akgul anî ziman ku gotinên weke yên din tên dîtin şer zêde dike. Elif destnîşan kir ku di dîrokê de herî giran pevçûna Holokost ê manşetê de bi gotinên wê tê weşandin. Elîf derbirî ku rojnamevanên bi gotina kûmreşiyê di dîroka Tirkiyê de bi armanca ji bo ser rastiya bigrin. Elîf got ku pevçûnê li Cizîrê bûn wekî her gav aligirê îktîdarê manşeta rojnaman de hat dîtin. Elif bilêv kir ku di pevçunê Cizîrê de hat ditin ku aligirê îktîdarê rê û rêbazên xwe meşandin û wiha pêde çu: "Îro jî pevçûnê dibin dema pêvajoya çareseriyê de jî aliyê îktîdarê bûn. Weke îro medya bi têkiliya sermaye hebe em ji xwe nikarin qala ehlaq bikin."
'AKP ji ber gotinên rast êrîşî medyayê dike'
Di derbarê pevçûnê medyaya heyî de Elîf anî ziman ku wê çawa rê û rêbazekê bimeşînin. Elif derbirî ku Medya wê di wan revşa de zimanek çawa bikar bînin û bi rêgeza gerdûnî û rehberê agahî da. Elîf anî ziman ku di manşetê rojnaman de bi wijdanî bigerin bersivê pirî pirsan bibînin û wiha dom kir "Metîngerî û sorkirin deynin alîkî wê nûçê ji dil derkevin holê. Êrîşên îktîdarê li ser nûçegihanan hene." Elif wiha pêde çu: "Îktidar hîn bûye ku rojname hemû alîgirê wan bin. Nêzikatiya îktîdarê nezikatiya otorîtêya desthilatda rê." Elif destnîşan kir ku îktîdara dibin medyaya jê dur dibe di xwaze dest bide ser û pê bigre. Elif da zanîn ku ew refleksa nêrîna otorîteya desthilatdare. Elif bilêv kir ku weke her deshilatdariya rejîmê îktîdara AKP ji bo pêşya gotina bigre êrîşî medyayê dike.
(ba/zt)