Li Bolû yê xwestin karkerê avahiyan lîç bikin
12:00
JINHA
BOLÛ - Bajaroka taştekîn a girêdayê navçeya Mudurnu ya Bolu yê bi îdeaya hakaretê li ala tirk kirine xwestin karkerên avahiya linç bikin. Hezar kes li ber dibistanê civiyan û xwestin êrîşî karkeran bikin.
Li taxa Benzînlîk a bajaroka Taştekîn a girêdayê navçeya Mudurnu yê li gorî îddîayê karkerên li avahiya dibistanê dixebitin û ên bi kesên wesayitan diğerin ala tirk hilgirtine nava wan de nîqaş derketin. Kesên li ber dibistanê kom bûn di destê wan de dar xwestin karkeran lînç bikin. 8 Karkerên ji destê wan filîtîn û xwe li bin banê dibistanê veşartin. Êrîşkerên ketin avahiyê û tekberên karkeran şewitandin.
Li ser giliyê leşker hatin cîyê pevçûnê û kesên ketin dibistanê derxistin derve.
(ba/zt)