Fermandara YPJ’ê: Em ê ji bo jinên cîhanê têkoşîna xwe bidomînin
12:12
JINHA
KOBANÊ - Fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Engîzek Nurhaq da zanîn ku konferansa dîrokî ya YPJ`ê bi serkeftîbû û anî ziman ku ew armanc dikin hemû jinan bigirin nava hêzên xwe.
Fermanda YPJ`ê Engîzek Nurhaq derbarê encama Konferansa Berxwedana Kobanê ya YPJ’ê ku di 4-8’ê Îlonê de li Kobanê hate lidarxistin de nirxandin kir. Engîzek diyar kir ku di konferansa wan piştî berxwedaniyek bê hempa ku ji aliyê hêzê YPJ'ê ve hatî kirin û bi vê sekna xwe destana dîrokî nivîsandiye hatiye li darxistin. Engîzek got: "Serkeftinên mezin hat bi dest xistin, pêwîstiya nirxandina sekna jina berxwedêr a ku li herêmê daye raber kirin hebû. Di konferansê de bi taybetî di şexsê YPJ’ê û berxwedana wê ya li Kobanê de, li ser sekna jina kurd a li dijî sîstema desthilatdariya mêr ya 500 hezar salan hate rawestîn."
Engîzek destnîşan kir ku wan karibûn di sekna jina Kurd de tevahiya jinan bigrin nava hêzên xwe û wek jin karîbûn nasnemeyek xwe ya azad derbixin û wiha domand: "Di konferansê de gelek biryar hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî zêdetirîn tevlîbûna jinên ji netewên cudatir û perwerdekirina wan e. Ji ber ku hêza YPJ`ê ne tenê ji bo parastina jinên Kurde, ji bo tevahiya jinên cîhanê ye û ev yek jî YPJ`ê di şoreşa Sûriye yê de nîşan daye."
Engîzek destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê dibin navê ola îslamê de qirêjiya xwe bi ser gelê Sûriye yê û bi taybet jinan didin meşandin, lê piştî ku hêza YPJ`ê çete di Kobanê de şikandin û gelek deverên dîtir ji çeteyan rizgarkir, rastiya çeteyan ji raya giştî re daye nîşandan û wiha pêde çû: "Gel êdî çavên xwe vekirin rastiya hêza YPJ`ê li hemberî çeteyan dîtîn û ji ber vê yekê gel ji netewên dîtir di nava hêza YPG/YPJ`ê de cihê xwe digrin. Bi taybet jin jî êdî tevlî nava hêzên YPJ`ê dibin. Ji bo vê yekê me biryara tevlîbûna netewên cuda di konferansê de girtin. Heya ku Sûriyeke demokratîk bê avakirin divê di destpêkê de jinên ji netewên cuda xwe bi rêxistin bike û hêza xwe ya leşkerî ava bike."
Engîzek di dawiya axaftina xwe de got ku di konferansê de li ser esasê sozdayîna hevalên jin yên ku di berxwedaniya Kobanê de bi lehengî pêşengtiya şoreşgertiyê kirin û li hember kevneşopiya pergalê têkoşîn dan û wiha pêde çû: "Bi qehremanî gihiştin lutgeya şehadetê, erkê me jî riya wan şopandine. Em ê ji bo jinên cîhanê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna azadiya jinên cîhanê bidin meşandin."
(rc)