Amed li hember qedexeya derketina kolanan dimeşin Surê

12:16

JINHA

AMED - Gelê Amedê bi beşdariya parlamenter, hevserokên şaredariyan, nûnerên DBP, HDP û saziyên civakî ji bo qedexeya li ser Sûrê bişkîne saet di 13.00'an de ji Qada Deriyê Çiyê ber bi Sûrê ve bimeşe. DBP jî bang li gelê Amedê kir ku tevlî meşê bibe.

Li navçeya Sûr a Amedê qedexeya derketina derve ji duh ve ye berdewam dike. Gelê Amedê ji bo qedexe û dorpêça polîsan a li ser navçeyê bişkîne dê îro meşek girseyî li dar bixe. Hate zanîn ku îro saet di 13.00'an de bi tevlîbûna parlamenter, hevserokên şaredariyan, nûnerên DBP, HDP û saziyên civakî ji Qada Deriyê Çiyê ber bi Sûrê ve meş were lidarxistin.

Ji DBP'ê banga tevlîbûnê

DBP jî derbarê meşê de bang li gel kir ku bi awayek girseyî tevlî meşê bibe. DBP, bang li gelê Amedê kir ku bi meşa ber bi Sûrê ve dorpêça li ser Sûrê bişkîne.

(zt)