Li Sûrê rewşa awarte berdewam dike
12:29
JINHA
AMED - Li navçeyên Sûr ê Amedê, qedexeya derketina derve berdewam dike. Di saetên sibê de li nawçeyê rewşa awarte berdewam dike û polîsan ketin û derketina taxê destur nadin.
Li navçeyên Sûr a Amedê, biryara qedexeya derketina kolanan ku duh ji aliyê Waliyê Amedê ve hatibû îlan kirin berdewam dike. Welatiyan bertekên polîsan şikand u ketin Sûrê pevçun dest pê kir. Navçe di bin dorpêça wesayitên zirxî yên polîs û leşkeran de ne. Li Sûrê bi taybet li taxên Hasirli û Fatîhpaşayê li hemberî dorpêça polîsan şêniyên taxê bi şev heya saetên dereng çalakî pêş xistin. Li navçeyê elektrîk jî hatiye qût kirin û ji duh heya niha ji bilî çend saetan peve elektrîk tune ye.
Di saetên serêsibê welatiyên ji bo nan bigrin daketin qadê polîsan ji wan re gotin: "Hun nan ji terorîstan re distînin." Taxê gulebaran kirin ciwanê bi navê Ahmet Guneş ji perçê gulê birîndar bû.
Li Farqînê bi wesayitên zirxî anons
Li navçeya Farqînê jî qedexeya derketian kolanan ku duh destpê kir berdewam dike û polîs jî bi wesayitên zirxî li kolanan anons dike ku qedexe berdewam dike.
(ba/zt)