Li Farqînê berxwedana gel bi polîsan gav paşde da avêtin
13:41
JINHA
AMED - Li Farqînê gel guh neda qedexeyan û derket kolanan. Polîs hewl da ku êrîşê gel bike lê ji ber berteka gel neçar ma vekişe.
Li navçeya Farqîn a Amedê biryara qedexeya derketina derve ji duh ve berdewam dike lê gelê Farqînê pêkanînên rewşa awarte qebûl nekir û daket kolanan. Polîsan xwe negirtin û êrîşê gel kirin. Polîsan li Taxa Baglar li ser Cadeya Amedê di saetên sibê de bi wesayitên zirxî geriyan û bombeyên gazê avêtin sikakan. Polîsên ku êrîşê zarokan jî kir rastî berteka welatiyan hat. Polîs bi 3 wesayitên zirxî xwestin welatiyên ku bertek nîşan dide binçav bikin lê ji ber helwesta gel neçar man ku paş ve biçin.
Her wiha, li navçeyê tevgera ambulansan zêde ye û balkêş e ku ambulans li gel wesayitên polîsan diçin û tên.
(zt)