Cizîrî: Em ê dev ji axa xwe bernedin
13:42
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Cizîrê diyar kirin ku sedema ser hev dorpêçê polîs, leşkeran û pêk anîna qetilaman gel ji axê wan dane koçber kirine. Cizîriyan gotin: "Em ê neçin cihek din, em li virin û dê berxwedana me bidome. Ji bo jiyanek bi rûmet em ê li kolanên xwe de li berxwe bidin. Vê berpirsyariya dîrokî em hildidin ser milê xwe."
Welatî li navçeya Cizîra Şirnexê piştî cara duyem derketina kolanan hat qexekirin, ji bo pêşî li qetilamên nû bigrin kolanên xwe terk nekirin. Piştî qedexe vê sibê rabû gelê Cizîrê dest bi jiyana xwe yê rojene kir. Ji bo welatiyên hatine qetilkirin konên sersaxiyê hatine vekirin û kona şînê ya Taxa Cûdî jî di navde ji aliyê welatî û malbatan ve tên ziyaret kirin.
Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku sedema vê polîtîkayê şer gel dane koçber kirin e û dan zanîn ku ji sala 1990'an de ev polîtîka li ser herêmê tê kirin û ew êdî vê rastiyê dizanin. Welatî gotin her çiqas bijîşk, mamoste û memûr ji bajêr hatibin dûrxistin û dest bi hîleyên nû kiribin jî ew ê jiyanê xwe bidomînin û wiha domkirin: "Hesabê kesên ku van kiryaran pêk anîne dê rojek were pirsîn û werin darizandin. Erka vî gelî hindek din sebir dane xwe ye. Di salê 90'an de gelek mirov koç kirin çibû? Çi bi destê dewletê ket? Her roj heman xwarinê çêdikin û datînin pêşiya me, em ji vê xwarinê aciz bûne."
'Em hînê xizaniyê bûne, Tirkiyê ji vê re amede ye?
Semîha Culum a ku li Taxa Cûdî dijî got: "Xwedê belayê xwe bide wan, ma fêm nakin ku li vir welatiyên sivîl dijîn. Ji mera dibêjin hûn Ermenî û Êzidîne, ma qey Ermenî û Êzidî mirinê heq dikin? Em ji van kiryaran acizbûne êdî, bi dorpêçkirina navçeyê ziyan dighêje wan jî, riyê bajarê Cizîrê ji bo bazirganiya girîng tê bi karanîn, bi vê yekê dewlet ziyanê dide aboriya xwe jî. Divê tevahî gelê Kurd li hember van êrîşan bertekê xwe nîşan bide. Divê Tirk jî destûrê nedin hikûmeta AKP'ê ku ji bo paldanka xwe gel ber bi xizaniyê ve bibe. Em hînê xizaniyê bûne û em dikarin wiha jî bijîn. Lê Tirk nikare di nava xizaniyê de bijî. Em hînê xizaniyê bûne, Tirkiyê ji vê re amede ye?"
'Rojek jiyana bi rûmet hêjatirê 10 salan jiyanek bê rûmete'
Semîha zehmetiyên welatiyên ku di salên 1990'an de hatine koçber kirin bi bîr xist û wiha berteka xwe got: "Em ê tu caran dev ji axê xwe bernedin. Li şûna ku 10 salan jiyanek bê rûmet bijîm bila salek jiyanek bi rûmet be. Ez bizanibim ku sibê jî ez ê bimirim cardin jî ez ê kolanê xwe bernedim. Berî vê jî me bi dehan cenaze spartin axê dewlet ders ji vê yekê ne girt qey?"
'Çalakiyê deng derxistin jî mînaka berxwedaniyê ye'
Fatma Baglam diyar kir ku Serokomar ji bo kesên ku di qezayê Kabeyê de mirine ketiye tevgerê lê li ber serê wî zarok tên qetilkirin bê deng dimîne û wiha domkir: "Em di virde rastî dirûtiyê tên. Em rastî nijadperstê ku bi mirina zarokan kêfxweş dibin tên." Fatma da zanîn ku di dîroka Kurdan de her dem çîrokên berxwedanî veşartî çêbûne û wiha got: "Gelê Kurd wek qebîle jî li berxwe dane û dê li bajaran jî berxwedaniya xwe bidomîne. Kesên bi rûmet dê dev ji axê xwe bernedin û li berxwe bidin. Rojek çalakiyê deng derxistinê jî mînaka berxwedaniyê ye. Ez tevahiya gelê Cizîrê dewatê têkoşîna li dijî koçberiyê dikim."
'Li navçeyê bijîşk tune ye'
Mahyettîn Cevaz anî ziman ku ji ber bijîşk navçeyê terk kirine û bi vê yekê mafên tendûristiyê tên îhlal kirin û wiha got: "Zarokê min a 10 salî nexweşiya losemê pêre heye. Piştî ku qedexe li bajêr rabû, em çûn nexweşxanê lê bijîşk tune ye. Bijîşk kar berdaye û revîne. Zilmek bi vî aweyî nabe. Eger kurê min bimre berpirsyarê wê tenê dewlet e."
(rc)