Sevil Rojbin Çetin: Emê rêveberiya xwe û bajarê xwe bikin

14:42

JINHA

WAN - Hevşaredara Ertamêtan Sevil Rojbin Çetin a hatî girtin ji Girtîgeha Sincanê ji bo Ertemêtan name şand. Rojbin diyar kir ku dema ew di sala 2014'an de hatîn hilbijartin bi duruşma "Emê rêveberiya xwe û bajarê xwe bikin" dest bi kar kiribûn û wiha got: "Niha jî berpirsiyariya we hîn zêdetir mezin bûye. bi şaredariya ku hun hînî xizmetê kirî re girêdayibin û bêyî ku hun ti valehiyan bihêlin dem dema xebatê ye."

Di operasonên qirkirina siyasî de di 24'ê tebaxê de Hevşaredara Ertamêtan Sevil Rojbin Çetin hat girtin. Dema ku Robin birin dadgehê li gorî xala 302'an a TCK'ê bi hinceta "têkbirina yekgirtina dewletê" cezayê muebetê lê hat birîn. Rojbin jî weke hevşaredarên dinê yên hatîn girtin birin Girtîgeha Gitiya Tipa F a Sincanê. Rojbin ji girtîgeha ku têde tê girtin ji bo gelê Ertemêtan name şand. Rojbin xwest cihê ku xizmeta wê lê mayî bê berdewam kirin û her kes silav kir.

Nameya Sevil Rojbin Çetin wihaye;

"Ev nameya min vekiriye ji bo gelê Ertemêtan

Di hilbijartinên herêmiyên di sala 2014'an de li Tirkiyê hatin kirin weke şaredariyên DBP'ê bi duruşma giştiya 'Emê rêveberiya xwe û bajarên xwe bikin' ku emê 5 salan rêveberiya vîna we bikin hatîn hilbijartin. Me soza şaredariyek wekhev, dadwerî û bûyîna layêqbûna we dabû. Em li ser wê soza ku me dayî we gelê biromet dimeşiyan.

Li gel ew me pîlana rêveberiya Ertemêtan dabû. Xebatên xwe yên salekê me bi we re parkir. Me ji bo hesbdayînê tabloya dahat û daçona xwe hilawistibû. Me hedef kir ku em bi hev re bernama heyî û dahata heyî ji bo navçeyê têxin xizmetê.

Niha berpirsyariya we hîn zêdetir bûye. Di şaredariya ku hun hînî xebatê kirin de bixebitin, derfetê nedin ti valehiyan, ji ber dem dema xebatê ye. Ji bo we tevan quwet be, ez we tevan silav dikim."

(zt)