Parezerên ÇHD: Li hember hovîtiya li Cizîrê hatî kirin divê hiquq têkeve meriyetê

15:10

JINHA

EDENE - Parezerên Endamên Şaxa ÇHD'a Edenê li Cizîrê lekolîn kirin anîn ziman ku li Cizîrê komkujî dîtin û bang kirin ku wehşeta li Cizîrê hatî kirin hiquq têkeve meriyetê.

Li Cizîrê ew 9 roj bû ku qedexeya derketina kolanan hebûn parezerên endamê Komeleya Hiqûqnase Hemdem (ÇHD) ê ku çibûm Cizîrê li Edenê meşiyan û paşê lekolînê li Cizîrê kiribûn parve kirin.

Parezerên li ber Qesra Edlî ya Edenê kom bûn pankartên "Tenê rê aşîtiye", "Gelê Cizrê ne bit eneye", "Gel aşîtî, qesir şer dixwaze" û bi sloganên "Bijî berxwedana Cizîrê" gîr kirin û meşiyan Parka Înunuyê. Reveberê Şaxa ÇHD ê Alî Akinci daxuyanî xwend û wîha anî ziman: "Wehşeta li Cizîrê bûn ne ehleqiye ne jî huquqiye. Polîsên AKP'ê wehşeta li wir kir kes nahesibîne. Ji bo wehşeta Cizîrê divê hiqûq were xebitandin."

'Dema mezin bibim ezê derkevim çiyê ji xwe me dikûjin'

Parezer Beyhan Gunyelî bi çavê tejî rondik wiha axivî; "Em bi zehmetî gîştin Cizîrê. Êrîşên li wir pek hatibû qada komkujiye bû, avahi xirab bûbûn li her derê şopên xirab hebûn. Zarokê 12 salî ê qetil kiribûm mejyê wî hejî li erdê bû. Tirsa di çawên zarokan de tu kes nizane. Bi zarokekê re axifî zarok jî wiha gotiye; 'Dibistana me jî talan kirin.' Min jî jê pirs kir tu mezin bibî dixwazî bibî çi zarok wiha bersiva min da; 'Dema mezin bibim ezê derkewim çiyê.' Min jî got; 'Tu derkevî çiyê tuyê şehîd bibê.' Zarok wiha bersiva min da; 'Ji xwe me diqujin.' Zarok çima derdikevin çiyê li holêye."

(ba/zt)