KJA yê çalakiya jinên girtî silav kir
16:10
JINHA
İZMİR - Aktîvîstên KJA yê li ber Girtîgeha Şakranê daxuyanî dan û çalakiya gireva birçîbûnê ya jinên girtî silav kirin.
Ji bo silavkirina çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê ku 15'ê Tebaxê hatî despêkirin û heya niha berdewam dike aktîvîstên KJA yê li ber Girtîgeha Şakranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dem dem dengê duruşmên weke "Biji Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin bilind kirin. Ser navê jinan Ozlem Gunduz daxuyanî xwend û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê dewletê ve hat qedandin. Ozlem da zanîn ku li gel her tiştî jî ewê dest ji daxwazên xwe yên çareseriyê bernedin. Ozlem anî ziman ku ew berxwedana jinên girtî silav dikin û got: "Daxwazên wan daxwazên mene."
(zt)