Asayişa Giştî ya Rojava derbarê teqîna Hesekê de daxuyanî da
16:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku di êrîşa çeteyan a bi wesayîta bombebarkirî li dijî bendeke kontrolê ya bajarê Hesekê 3 endamên Asayîşê û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî bendeke kontrolê ya hêzên Asayîşê li bajarê Hesekê êrîşeke bi wesayîtek bombebarkirî pêk anî. Derbarê teqîna wesayîtê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wesayîta bombebarkirî ya çeteyan saet di 13.30’an de li benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li taxa Xişman a bajarê Hesekê hate teqandin. Di encama teqînê de 3 endamên hêzên Asayîşê û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî welatî birîndar bûne. Her wiha ziyanên madî bi malên welatiyên derdor pêk hat.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku derbarê detayên berfireh yên vê buyerê de fermandariya hêzên Asayîşê dê di civîneke çapemeniyê de ji raya giştî re ragihîne.
(rc)