'Sekna gelê Cizîrê seknek pîroz e'
16:51
JINHA
ŞIRNEX- Serokê giştî yê ODP’ê Alper Taş diyar kir ku gelê Cizîrê diktatoriya Erdogan qebul nekiriye û loma xweseriya demokratik ilan kiriye û got: "Sekna gelê Cizîrê seknek pîroz e. Em ji ber vê seknê gelê Cizîrê pîroz dikin."
Heyata ku ji Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Hevseroka EMEP’ê Selma Gurkan, Yekitiya Tevgera Hezîranê , Yekitiya KESK’ê, Seroka Giştiya EHP’ê Sibel Uzun hatin Cizîrê heyetê pêşî Şaradariya Cizîrê ziyaret kir. Dure jî taxa Nûr ku di êrîşê li ser Cizîrê de zirara herî zêde dibû ziyaret kirin. Heyet piştî lêkolinê li taxê derbasî Mala Gel a Cudî ku taziye lê hatibûn dayîn bûn. Li vê derê li ser navê heyetê Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş axivî.
Alper da zanin ku rondikên çavê wan jî wek rondikên çavê gelê Cizîrê dibarin û ev tişt got: "Em sedemê vî şerî di zanin, em diktatriya yek insanî qebûl nakin” Alper anî ziman ku ew ne tenê hatine êşê gelê Cizîrê parva bikin di heman demê de hatine ku ji ber sekna gelê Cizîrê wan pîroz bikin û wiha dewam kir: "Xweseriya demokratik ne pergalek cuda xwaze, projeya bi hevre jiyana gelê Kurd û gelê dinê ye. Bila çek bêdeng bivin û êdî em li ser xweseriya demokratik û aşitiyê bi axivin.”
Alper herî dawî ji peywir girtina Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret rexne kir û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Şaradara we ji sedî 85 deng sitendibû. Disa Hevserokê HDP’ê Selahadin Demirtaş negirtin bajêr ev şermek mezin e. Gelê Cizîrê got ku ‘Em zilm û zora we naxwazin' û xweseriya xwe ilan kir. Loma ji we bedel da lê em we pîroz dikin.”
Piştî axaftinê girseyê durişmên “Destê dirêjî aşitiyê bibin bila bişkên” avêtin.
Heyet piştî ziyareta taziyê ji bo lêkolînê çu Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.
(ma/zt)