Şideta ser parêzeran hat şermezar kirin

17:19

JINHA

AMED - Pevçuna duh li Ofîs û qada Deriyê Çiyê pêk hat 2 parêzer hatin binçav kirin û dibin çavan de parêzer rastî şidetê hatin.

Baroya Amedê pevçûna duh ya li Ofîsê ku parêzer Mesut Aydin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û rastî şidetê hatina wan şermezar kirin. Mesut Aydin xwe weke parêzer da nasîn û nasnama xwe şanî da jî lê belê ji aliyê polîsan ve bi zora çekê hat darp kirin û wî dan erdê û şidet lêkirin. Daxuyaniya ji aliyê Baro yê ve hat kirin, darp û şîdet bi muayna tib bî hate eşkere kirin û wiha hat gotin: "Gelek nûçegihan jî şahidî ji binçavkirina parêzeran re kirin. Di dema binçavkirinê de parêzer bang li nûçegihanan kiriye û diyark kiriye ku xebera binçavkirina wan bide buroyê."

Dîsa li taxa Deriyê Çiyê stajerê Baroya Amedê Hazim Bozkurt jî hat diyar kirin ku di dema qedexeya kolanan de ji ber derketiye derve hat bin çavkirin. 3 saeta destê wî di kelemçê de ma.

(ba/zt)