Li Surê qedexe rabû gel diçe Surê

18:25

JINHA

AMED - Welatiyên li Qada Deriyê Çiyê kom bubûn dorpeça li ser Surê protesto kirin û qedexekirina kolanan rabû. Gelê Amedê dikeve Surê.

Walîtiya Amedê navçeya Sûrê qedexeya derketina kolanan rakir. Gelê ji bo dorpeçê protesto bikin li qada Deriyê Çiyê kom bi bûn û Parlementerên HDP, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen barîkatên polîsan derbas kirin û bi rayedarên polîsan re hevdîtin kiribûn ji bo qedexekirina kolanan rabin. Heyet û welatî ketin Surê.

Daxuyaniya ji aliyê Waliyê Amedê ve hat dayîn wiha ye; "Navçêya Sur a bajarê me ji ber ku pevçunê derketin holê bi sedema ji bo ewlehiya gel bi qanûna 5442 rêveberîya wilayetê bi madda 11/C wîlayetame taxên (Abdaldede, Alipaşa, Cami Kebir, Cami Nebi, Cevatpaşa, Dabanoğlu, Fatihpaşa, Hasırlı, İskenderpaşa, Melikahmet, Ziya Gökalp, Lalebey, Süleyman Nazif, Savaş, Cemal Yılmaz mahallelerinde) navçeya Surê di dîroka 13.09.2015'an heta fermana duyem qedexekirina kolana bê dayîn. Li navça me ê Sûrê xebatê ku me meşand li ser wê yekê di dîroka 14 .09.2015'an roja yekşemê qedexekirina kolanan rabû û em spasiyê xwe ji gel re dişeynin ji bo ku di dema qedexekirina kolana de derneketine kolanan."

Li Farqînê jî qedexeya derketina kolanan hat rakirin

Li aliyê dinê Walîtiya Amedê duh li Farqînê jî qedexeya derketina kolanan dabû niha li Farqînê jî qedexeya derketina kolanan rakir.

(ba/zt)