'Di bin êrîşa Cizîrê de binkeftina 15'ê Îlonê heye'
09:01
Rûksen Efrîn - Bihar Kobanê/ JINHA
QAMIŞLO - Îro 15'ê Îlonê; salek li ser berxwedana Kobanê ya dîrokî borî. Kobaniyan diyar kirin ku bi êrîşên li ser Kobanê gelê Kurd cardin rastî îxanetê hatiye lê hemû planên qirêj bi berxwedaniya mezin hatî vala derxistin. Kobaniyan her wiha êrîşên ser Cizîrê jî nirxandin û wiha gotin: "Di bin êrîşa Cizîrê de binkeftina 15'ê Îlonê heye."
Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê salek li şûna xwe hêşt. Berxwdana ku bi mehan li Kobanê hat dayîn û ji tevahî cîhanê re bi pêşengiya YPJ'ê bûye mînak û hêviya jinan bi hêzkiriye. Di dema êrîşan de bi hezaran Kobanî neçar man berê xwe bidin her çar aliyê Kurdistanê. Yek ji wan jî Ronahî Mihemed e. Ronahî diyar kir ku ji ber êrîş û komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne ew neçar mane warê xwe berdin û wiha got: "Wêran kirin malê me û malbata min bi temamî belav bû û gelek ji wan şehîd ketin. Me nedikarî em dervî Rojava li cihek din bijîn ji ber vê em hatin bajarê Qamişloyê."
'Dê planê AKP'ê vala derkeve'
Ronahî anî ziman ku dayîkên ku zarokên xwe di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane sozê têkoşînê dane û wiha pêde çû: "Berxwedana Kobanê bi saya xwîna şehîdan rizgar bû. Em ê çekê wan li erdê nehêlin û herdem xwedî li xwîna wan derên. Kobanê ne tenê bi saya gelê Kobanê bi saya Bakûr, Başûr û Rojhilat rizgar bû. Ji ber vê yekê ez êrîşê dewleta Tirk a li hember gelê Bakûr şermezar dikim. Çawan ku plansaziyê hikûmeta AKP'ê a li dijî Rojava vala derket dê li hember gelê Bakûr jî têk biçe."
'Di Kobanê de cardin îxanet li hember gelê Kurd hat kirin'
Welatiyê bi navê Mîran Kobanê jî nirxandin kir û wiha got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Kobanê kir em jî di nava berxwedanê de bûn. Êrîşên ku pêk hatî di çerçoveya plansaziyek qirêj a welatên navnetewî de pêk hat. Berxwedana ku li Koban3e derket pêş mirov dikare di kesayetê Rêber Apo de binirxîne. Çawan ku sala 1999'an de bi pêşengiya dewleta Tirk û welatên navnetewî îxanet li hember Rêber Apo pêk hat, di Kobanê de jî cardin heman îxanet li hember gelê Kurd pêk hat. Lê dewleta Tirk negihêşt armanca xwe. Wek tê zanîn di 15'ê Îlonê de êrîş li hember Kobanê pêk hat û bi giştî li Rojava şer hebû. Lê nekarîn vîna gelê Kurd bişkînin. Herî dawî êrîşê Şengalê kirin û di saetek de Şengal dagirkirin dest danîn ser çek û malên gel û radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin. Piştre bi destê çeteyên DAIŞ'ê êrîş anîn ser Kobanê."
'Di bin êrîşa Cizîrê de binkeftina 15'ê Îlonê heye'
Mîran da zanîn ku bi êrîşan armanc dikirin ku vîna gelê Kurd bişkînin û got bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev plan vala hatî derxistin. Mîran wiha domkir: "Kobanê; bi sayê ciwanên bakûrê Kurdistanê ên ku sînor nasnakin, baweriya wan bi yekîtiyê heye û nîvê şevê xwe li sînoran dan û bi lehengî şehîd ketin ve rizgar bû. Kobanê; bi saya kedê dayîkên Bakûrê Kurdistan ên ku sînoran parastine hat rizgar kirin. Armanca êrîşa ser Cizîrê jî binkeftina 15'ê Îlonê ye. Eger wê demê dewleta Tirk li Kobanê bi serketiba wê niha êrîş pêk ne anîba."
'Bi berxwedanî me bi serxist û em ê serkeftinê bi dest bixin'
Mîran êrîşê AKP'ê a li dijî gelê Kurd jî nirxand û diyar kir ku gelê Kurd dê hemû polîtîkayên AKP'ê vala derbixe û got dê gelê Kurdistana Bakûr weke gelê Kobanê azad bijî. Mîran wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Rojava bi saya berxwedana gel çawan hêzên YPG/YPJ'ê bi serket, carek din li Bakûrê Kurdistanê emê bi serbikevin. Li Rojava Bakûr û li tevahî Rojhilata Navîn ji bo xweseriya demokratîk dê têkoşîna me bidome. Di vê çerçoveyê de em bang li ciwanên Rojava dikin ku; destê xwe dirêjî gelê Bakûr bikin û xwedî li vîna wan derbikevin. Bila li dijî van êrîşan bêdeng nemînin."
(rc)