Ji kolanên xerabe dengê berxwedanê bilind dibe

09:21

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê li kolanên taxa Nur serkeftina Cizîrê hat pîroz kirin. Weletiyên ku tevî hemû êrişan jî malê xwe terk nekirin heya serê sibê li kolanê xerabe sitranê şoreşê gotin.

Em li kolanê Nurê ne. Ev tax di nava gel de wek taxa Çemkurkê tê zanîn. Ev tax dema Cizîr di bin dorpêçê de bû kolana ku herî zêde zirar dît û hatî xera kirin e. Her çikas xedexe kirina derketina kolanan li vê derê rabû be jî hîn jî di ketin û derketina taxê de wesayîtên zirxî di sekinin. Dewletê di serî de av û ceyrana vê taxê birî û hemû rêyên jiyanê qut kir. Welatiyên Taxa Nurê tevî hemû zehmetiyan jî li berxedan. Tevî ku hemû xaniyên weletiyan qul bûne jî destê xwe ji qulê diwaran de derdixin û işareta serkeftinê dikin.

‘Heya xwin di canê me de hebe em kolanê xwe teslim nakin’

Wek tê zanîn şîna 23 kesê ku li Cizîrê hatine qetil kirin li erdê ye lê dema em li kolanê Nurê dimeşin em rastî govendek tên jin, zarok, ciwan hemû kes govendê digre dema em sebebê vê govendê dipirsin dibêjin “Ev govend şîn û şayiya me ye em serkeftina xwe pîroz dikin û vê govendê diyari şehîdên xwe dikin.” Piştî demkî Hevseroka Meclisa Gel Asya Yuksel radike mikrafonê û diaxive. Asya diyar kir ku hêza dewletê têr nekiriye ku Cizîra Botan bixine û wiha berdewa kir: "Bi hemû derfetên xwe êrişê me kirin lê me jî bi îrada xwe bersiv da. Heya ku dilopek xwin di canê me de hebe em Cizîrê teslimê wan nakin.” Asya ani ziman ku bi ji peywirgirtina hevşaredara Cizîrê xwestine vîna Cizîrê bixinin û wiha dewam bikin: "Çiqas Hevşaredara me Leyla ji peywirê dur bixin jî Leyla di dilê me de ye. Leyla belki êdî nikarebe imze bavêje lê heya gel wê ji wî kursiyî de neyne xwarê kes nikare wê ji kursî de bîne xwarê”

‘Tiştê mihîm dilê gelê min e’

Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret jî diyar kir wan 8 rojên gelek zehmet derbas kiriye. Leyla desnişan kir ku wan di van rojan de yekîtî û hevgirtina gelê kurd dîtiye û wiha pêde çû: "Em bûn şahidê berxedana gelê Kurd me dît ku gelê me ji berxwedanê re amade ye.” Leyla bi lêv kir ku wan berdêlê giran daye lê ruyê dewletê baş dîtine û wiha dom kir: "Nehiştin em birîndar û cenazê xwe rakin, em tî û birçî hiştin." Leyla desnişan kir ku wan di vê pêvajoyê de dîtiye ku xwe bi xwe rêvebirin mihîm e û ev tişt got: "Divê em rêxistin bûna xwe xurt bikin û xwe û xwe ji rojê nexweş re amade bikin.” Leyla herî dawî got ku karê fermî ji bo wê ne giringe û tiştê mihîm dilê gelê wê ye.

Gera me ya di nav kolanan de dewam dike. Em dibînin gelê Nurê civatek danîne ciwanek sitrana şervanên azadiyê dibêje û çar dayîk runiştine bi aweyekî hestiyar lê gûhdar dikin. Tilîiyên ku li hember dengê topan bilind dibûn niha disa bilind dibe û ji kolanên xerebî bi şev dengê berxedanê tê.

(pz-ma/zt)