'Zarokên xwe dişîne Ewrupayê zarokên me jî qetildike'
10:00
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Jinên Êlihê li hember qirkirinên zêde dibin dengê xwe yê aştiyê bilind dikin. Ayşe Çelik a 65 salî got: "Ew di nava sarayê de bi kevçiyê zêr xwarinê bixwin, ez li gel vî temenê xwe yê mezin di nava xwihdanê de bixebitim ji bo zarokên xwe xwedî bikim ew bên qetilbikin û barêjin girtîgehan. Emê cardin biqêrin û em her dem diqêrin aştî aştî aştî. "
Jinên ku xwestin êdî şerê piralî ser gelê kurd tê meşandin bidawî bibin gotin: "Êdî divê çareyek bê dîtin, em êdî zarok û ciwanan binax nekin." Li Taxa Pazaryeri ya Êlihê ji nava lêvên her jinekê peyîva aştî derdikeve. Aynur Guler a 39 salî jî bilêv kir ku wan weke jin şerê herî giran jiyan kirine û wiha domand: "Her dem mirin çêdibe û hindirê me dişewite. Tenê daxwaza me aştiye. Mirina van ciwanan me di kurahiyê de birîndar dike. Yên tên qetilkirin jî hemû xwişk û birayên mene. Her roja diçe mirin zêde dibin her diçe şer mezin dibe. Bila êdî aştî çêbibe û avekê bi vî agirî de bikin. Em naxwazin êdî dilê dayîkan bişewite."
'Bila aliyê Tirkiyê de jî tiştên li vêderê tên jiyan kirin bibînin'
Kader Savaş a 19 salî jî destnîşan kir ku divê demek ji ya dinê zutir şer bê rawestandin û wiha berdewam kir: "Silopî, Cizîr Amed û her derê Kurdistanê vegeriyaye cihên şer û agir. Sivîl, gerila, leşker û polîs dimirin, em mirina kesê naxwazin. Bila êdî vî şerî bi dawî bikin û aştiyek mayînde bînin vî welatî. Feyîda kesê di şer de nîne. Li Cizîr û Amedê qedexeya derketina kolanan û girtina rê me dixe nava metirsiyan. Bila dawiyê li van sepandinan bînin. Dema ku wiha berdewam bibe dê rewş hîn zêdetir xira bibe. Bila êdî welatiyên li aliyê Tirkiyê jî tiştên li vêderê tên jiyankirin bibînin û alîkariyê bidin vî gelî. Li hember zarokan çekên giran dixebitînin. Em dixwazin li Kurdistanê dawî li mirinan bê û aştî têkeve meriyetê."
'Ma em zarokan ji bo qurbankirina kurdiyê Erdogan mezin dikin'
Ayşe Çelik a 65 salî anî ziman ku berpirsê van qetilkirinan hemû Serokomare û wiha dom kir: "Ti mirin feyîdê nade wî, maqeyî ji xuda natirse qetilê van hemû mirovan dikeve sitiyê wî. Zarokên me yek li çiya yê dinê li leşkeriyê dibe beran berî hev. Tenê gotina ji devê me derdikeve aştiye. Em naxwazin tiştek li gerila, sivîl û leşkeran bê. Kurê min û 2 biraziyên min li leşkeriyê ne. Gerila jiyana xwe jidest bidin em xemgîn dibin, leşker jî bimirin em xemgîn dibin."
'Ew di sarayê de bi kefçiyê zêr xwarinê dixwin zarokên min dimirin'
Ayşe bilêv kir ku ji ber gelê kurd bi serketine dibin mexdurê êrîşan û wiha domand: "Ji ber nekarî tehmulî serketina me bike wiha dike. Hewildide me bi mirinê bitirsîne. Ew di nava sarayê de bi kevçiyê zêr xwarinê bixwin, ez li gel vî temenê xwe yê mezin di nava xwihdanê de bixebitim ji bo zarokên xwe xwedî bikim ew bên qetilbikin û barêjin girtîgehan. Emê cardin biqêrin û em her dem diqêrin aştî aştî aştî..."
(zt)