Girtiyên PKK û PAJK'ê çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bi dawî kirin

12:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ya di 15'ê tebaxê de ya bêdem û dorveger dan destpêkirin bi dawî bû.

Girtiyên PKK û PAJK'ê di 15'ê tebaxê de li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, cenazeyên şervanên YPG û YPJ'ê nedan malbat û operasyonên qirkirina siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û doveger kiribûn û çalakiya xwe bi dawî kirin. Li ser navê girtiyan Kajîn Perî û Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê kurd topyekûn şer da destpêkirin û di encama vê de bi dehan welatiyên sivî hatin qetilkirin û wiha got: "Di serî de li Cizîrê gelê kurd li hemberî polîtîkayên AKP'ê bi hêza xwe berxweda û êrîşên AKP'ê şikandin. Ji demokrasî û azadiya Tirkiyeyê gelek tişt dan qezenckirin."

'Vîna cewherî ya gel û azadî dê qezend bike'

Kajîn û Denîz anî ziman ku weke girtiyên PKK û PAJK'ê j bo bi gel re bin di 15'ê tebaxa 2015'an de bi armanca hişyariyê çalakiya girava birçbûnê hatibû destpêkirin û çalakî bi dawî bû û wiha got: "Em fidakîar û berxwedana gelê kurd silav dikin. Em her tim bi gelê xwe re ne. Em weke girtî li hemberî berxwedana gel bêdeng namînin û ji bo berxwedan hêj bêtir mezin bibe em li hemberî polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê bêdeng namînin. Em bawer dikin ku rêveberiyên cewherî yên gelê me îlan kirin dê mayîde bibin û xwe saz bike. Em berxwedana gelê xwe carek careke din silav dikin. Dê AKP winda bike û hêz gelê me ya vîna cewher û azadiyê qezenc bike."

(zt)