Li Kampa Newroz 1'emîn Konferansa Jinên Êzidî
12:30
JINHA
DÊRİK - 1'emîn Konferansa Jinên Êzidî li Kampa Newroz û bi şiara 'Dê jinên Şengalê bi rêxistinkirinê bersivê bide fermanan' bi tevlîbûna 150 delegeyan hat lidarxistin.
Jinên Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane û Komba Newroz a Rojava bicîh bûne bi şiara 'Dê jinên Şengalê bi rêxistinkirinê bersivê bide fermanan' yekemîn konferansa xwe lidarxistin. Di konferansa ku bi beşdariya 150 delegeyan hatî lidarxistin ji rêveberiya TEV-DEM'ê Hanife Hesen, Endama Konseya Rêveberiya YPJ-Şengal Dêrsim Şengal, Seroka Meclisa Yekîtiya Star Naime Hesen û rêveberên Wexfa Jinan jî amadebûn. Li Salona konferansê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kesên di tekoşîna azdiyê de jiyana xwe jidestdane û pankartên weke "Bijî Berxwedana Şengalê", "YPJ-Şengal tolhildana jinên Êzidîyane" û "Em jinên, Êzidî li pey azadiye ne" hatin vekirin. Ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane deqeyek rêz hat girtin. Ji bo dîwanê Dayîka Şehîd Cemal, Dayê Xoxê, Tekoşîn Şengalî, Nada Kaso û Norvîn Xebat hatin hilbijartin. Norvîn Xebat axaftina vekirinê kir û di serî de sipasiyên xwe ji bo hemû jinên keda wan di konferasê de derbasbûyî kir.
Sozdar Avesta: Tu hêz nihare yekîtiya me têkbibe
Paşê peyama ku Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Sozdar Avesta şandî konferansê hat xwendin. Di peyamê de balhat kişandina ser 5 mehin ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha berdewam kir: "Divê êdî dijminê me vê rastiyê bizanin; dilê gelê me bi Rêbertiyê re bûye yek û ti hêz nikare vê yekîtiyê têkbibe. Niha jinên Êzidî birêxistinbûna xwe ya dibin roniya perspektîfên Rêbertiyê de mezin dike û polîtîkayên dijminan vala derdixin. Ji her derê hatina jinên Êdizî ya tevlî YPJ- Şengal bûnê rêxistinkirin û hêzbûna jinên Êzidî ya li hemberî fermanê nîşan dide û dê bi vê hêzê Şengal bê rizgarkirin. Jin bi rêxisinbûna xwe û hêza xwe nîşandanê dikarin pêşiya fermanan bigirin. Konferansê di salvegera Berxwedana Kobanê de despêkir. Dê ev konferans bibe berdewama berxwedana jinên Êzidî. Dê bibiriyarbûn û vîna me jinan me bigihîne azadiyê."
Piştî peyamê ji rêveberiya Kampa Newroz Pelda Şengalî nivîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinên Êzidî nivîsiyî xwend.
Piştî peyamê konferans bi axaftinan berdewam dike.
(zt)