Jinên kedkar: Bila hevşaredara me serbest bê berdan

16:59

JINHA

WAN - Jinên di atoliyeya kiliman a dibiniya Şaredariya Ertemêtan de xebatên xwe birêve dibin ji bo protestokirina tindiya ser şaredariyê û girtina Hevşaredara xweSevil Rojbin Çetin daxuyanî dan.

Jinên di atoliyeya kiliman a dibiniya Şaredariya Ertemêtan de xebatên xwe birêve dibin tindiya ser şaredariyê û girtina Hevşaredara xwe Sevil Rojbin Çetin protesto kirin. Di daxuyaniya ku li atolyeya kiliman a li Taxa Eminpaşa yê hat dayîn de Cîgira Hevşaredara Ertemêtan Nurhayat Çelik, KJA û endamên meclisa şaredariyê beşdar bûn.

'Her dem li gel jinan bû'

Suzan Babur daxuyanî xwend û diyar kir ku her dem Hevşaredara wan Sevil Rojbin Çetin li gel jinan bûye û wiha berdewam kir: "Hevşaredara me Sevil Rojbin Çetin her dem dixwest ji bo jinan herêmên ekonomi, civakî û çandî veke. Tenê girtina Hevşaredara me ya ku hemû gelê Ertemêtan jêhez dikir ji ber ku xizmeta gel dikir ticarî nayê pejirandin."

'Dixwazin bi girtinan vîna gel bişkînin'

Suzan bilêv kir ku Sevil Rojbin Çetin di 30'ê Adarê de ji her kesîmên Ertemêtan deng girtiye û wiha dom kir: "Em jinên atolyeya kiliman û jinên Taxa Eminpaşa dixwazin hevşaredara me ya ku bi vîna gel hatî hilbijartin serbest bê berdan."

Daxuyanî bi duruşma "Jin jiyan azadî" bidawî bû.

(zt)