KJA yê banga gelê Êlihê bibe vîna hevpar kir
17:55
JINHA
ÊLIH - Koordînasyona Navend a KJY yê bang li gelê Êlihe kirin ji bo hemberî êrîşan bibin vîn a hevpar.
Koordînasyona Navend a KJY ya Êlihê li ber avahiya DBP'ê civîna çapemenî li dar xistin û bal kişandin ser êrîşê ser gelê Kurd. Hevseroka navenda DBP'a Êlihê Songul Korkmaz anî ziman ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê û gel bi îlankirina "Reveberiya cevherî" paşê li Gimgim, Licê, Sûr, Nisêbîn û Geverê êrîşê vîna gelê demokratik kirin û got: "Li gelek deverên Kurdistanê bi polîtîkayê faşizan gelek welatiyan qetil kirin. Dewleta AKP'ê ji bo saltanata xwe muzakereyên demokratîk ên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dabû despêkirin û hêviya gelê kurd a ji bo azadiyê bide fetsandin û bi polîtîkayên xwe yên qirêj bi armanca şikandina vîna gelê kurd dawî li wextê muzakera demokratik anî. Bi operasyonê siyasî û leşkeri gelek welatiyan qetil û binçav kirin. Li hemberî hemû êrîşan gelê kurd bi baweriya ji bo jiyana nû ava bikin û bi berxwedanê li hemû qadê Kurdistanê qeweta terora dewletê hate şikandin. Em weke Koordinasyona KJY yê naletê li terora dewletê tînin û bang li hemû gelê xwe dikin ji bo zimanê Aşitiyê bilind bikin. Bi rebertiya jinên Kurd di parastina cewherî û reveberiya cewherî de bun sembol. Em berxwedana Cizîr û Sûrê slav dikin. Em bang li hemû gel dikin ji bo vîna hevpar bicivin. Divê gelê Êlihe denge aşîtiyê bilint bike."
(ha/zt)