Li Qamişlo Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Jinan vebû
17:56
JINHA
QAMIŞLO – Li taxa Qudurbeg a Qamişlo Navenda Perwerde û Zanist a Jinê bi merasîmekê hate vekirin.
Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo bi armanca vekirina Navenda Perwerde û Zanist a Jinê li taxa Qudurbeg merasîmek lidar xist. Di merasîmê vekirina navendê de nûnerên saziyên Civaka Sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan jinên taxê de amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Henîfe Mehemed axivî û vekirina navendê li jinên taxê pîroz kir. Mehemed armanca ji vekirina navendê got û da zanîn ku armanca wan ji vê gavê birêxistinkirin û perwerdekirina jinan ne ku karibin hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike.
Piştî axaftina dayikên têkoşeran di nava tilîliyan û diruşemayn de navend vekirin.
(zt)