'Em her dem şopdarê çapemeniya azadin'
09:14
JINHA
AMED - Bi konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin re êrîşên sre çapemeniyê jî berdewam dike. Jinên şopdarên çapemeniya azad êrîşên dewletê ser çapemeniya azad wiha nirxandin: "Bi ti awayî nayê bêdeng kirin. Nikarin mafê gelê yê agahîgirtinê asteng bikin. Emê her dem şopdarê xapemeniya azad bin."
Piştî êrîşên AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de sre Herêmên Parastina Medyayê berdewam kirin dest bi tindî û sansurên ser çapemeniyê jî kirin. Li aliyekê sîteyan digirin li aliyê dinê jî di qadan de nûçegihan rastî êrîşên leşker û polîsan tên. Sîta DÎHA yê cara 17'emîn hat girtin, ekranê Gun TV yê reşkirin û gelek rojnameger rastî êrîşê hatin. Xwendekar û şopînerên çapemeniya azad dan zanîn ku ewê êrîşên ser çapemeniya azad ne pejirînin.
'Di şopa Deniz Firat denin'
Ji xwendekarên çapemeniya azad Neslihan Başak destnîşan kir ku ewê alîkariya çapemeniya azad bikin û ticarî bi tenê nehêlin û wiha domand: "Êrîşên ser çapemeniya azad nû despê nekirine. Mînaka vê ya herî berçav di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ser Şengal û Mexmûrê de dema ku Deniz Firat nûçe dişopand hat qetilkirin. Li Cizîrê dema ku nûçegihanan nûçe dişopandin rastî gulebarana sekvanan dihatin. Em her dem şopdarê çapemeniya azadin. Ser nûçegihanan tindiyê dikin. Sedema vê ya herî berbiçav jî bêdeng kirina çapemeniyê ye."
'Nêzîkatina li çapemeniyê nêzîkatiya li civakê ye'
Ji xwendekarên çapemeniyê Azize Kaya jî anî ziman ku nêzîkatiya li çapemeniyê nîşaneya herî mezin a li demokrasiyê ye. Azize bilêv kir ku ev nêzîkatiyên li çapemeniyê di hembandemê de nêzîkatiyên li civakê ne.
'Ez êrîşan şermezar dikim'
Bêrîvan Gulmez jî diyar kir ku çapemeniya azad hemû rastiyên civakê radixe berçavan û civakê ronî dike. Bêrîvan derbirî ku çapemeniya azad li hember hemû tindiyan xebatên xwe berdewam dike û wiha dom kir: "Hîna ew qas zoriyên çapemeniya azad dibîne têrnake, vêcarê jî ji aliyê sekvanên heskiriyên kursiyan ve tên gulebaran kirin. Ez êrîşên ser çapemeniya azad şermezar dikim."
(zt)